20:33 26 Gulan 2018
Êrişa Parîsê

PARÎS - Piştî êrişan kete bêdengiyê, 127 kuştî û 180 birîndar (gav bi gav tê nûkirin)

© REUTERS / CHRISTIAN HARTMANN
Cîhan
Lînkê kurt
0 12

Li paytexê Fransa bajarê Parîsê 7 êrişên çekdarî pêk hatin. li gorî agahiyên dawî di encama êrişê de hejmara kuştiyan gihîşt 127 kesan û 80ê jê xedar nêzî 180 kesî jî birîndar in.

17.30 — Quleya Eyfelê ji bo ziyaretan hat asê kirin
Quleya Eyfelê ya Parîsê her roj bi hindikayî 20 hezar kes ziyaret dike. Rayedarên frensî Quleya Eyfelê bi hinceta êrişa terorî hetanî fermaneke din ji bo ziyaretan qedexe kir.
Quleya Eyfelê
© Foto : AA
Quleya Eyfelê
17.20 — Serokwezîra Norwecê hêstir barandin
Serokwezîra Norwecê Erna Solberg di civîna çapemenî ya ji bo êrişa terorî li Parîsê de giriya û hêstir barandin.

 16.00 — Cameron: Xuyaye tehdîda DAIŞê pêş dikeve

Serokwezîrê Brîtanya David Cameron piştî civîna wezîr, berpirsên leşkeri û îstîxbaratî ku li Downing Streetê kir daxuyaniyek da rojnamevanan û got, Frensa piştî şerê cihanê yê 2yemîn heta niha rastî bûyereke wiha nehatibû, ewropa ev 10 sal in rastî êrişeke wiha mezin nehatiye.

 15.50 — Di medya civakî de peyamên piştgiriyê

Li ser medya civakî gelek kesan peyamên hevkarî û piştgiriyê parvekirin û weşandin. Hûnermend û dîzaynerê grafîkê Jean Julien nîşanên aştiyê ku Qûleya Eyfelê jî di nav de ye dizayn dike û li ser medya civakî parvedike.

 15.40 — Yekîtiya Ewropayê alên xwe daxistin

Yekîtiya Ewropayê vê carê jî alên xwe ji bo êrişa Parîsê daxistin.

 15.20 — Li kêleka komkûj pasaporta Sûriyeyê hat dîtin

Kanala French Tv ya Frensayê ragihand ku, di êrişa komkujî ya stadyuma Stade de France ya Parîsê de li kêleka komkûjekî pasaporta Sûriyeyê hat dîtin.
15.00 — Papa: Ev bûyer perçeyekî şerê cihanê yê 3yemîn e
Serokê alema Rûhanî yê katolîkan Papa Franciscus êrişa Frensayê bi zimanekî tûnd lanet kir û got, ‘ev bûyerên ku niha li cihanê dibin, perçeyekî şerê cihanê yê 3yemîn e.'
13.50 — DAIŞ vîdyoyek tehdîdan weşand

Ajansa nûçeyan ya Reutersê diyar kir ku, DAIŞê piştî êrişa Parîsê vîdyoyeke tehdîdan weşandiye.

Di vîdyoya ku ji çapemeniya Navenda El Hayatê hatiye weşandin de tê gotin, hetanî hûn li hemberî me bombeyan bibarînin em ê nehêlin hûn di nava aştiyê de bijîn, hûn herin dan û standin jî hûnê bitirsin. Ev bersiva heqareta Pêxemberê me û êrişên ser me ye.

13.10 — Gelê Frensayê diherike nexweşxaneyan

Li gorî çavkaniyên ewleh hemwelatiyên ku li Parîsê dijîn diçin nexweşxaneyan.

Piştî li ser hisabên medya civakî banga pêwistiya xwînê hat kirin, hemwelatiyên ku li Parîsê dijîn ji bo xwîndayîna birîndaran diherikin nexweşxaneyan.

12.50 — Esad: Sûriye ev 5 sale bi van êrişan re rû bir û ye
Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad êrişa Frensayê şermezar kir û got, Sûriye ev 5 sale bi van êrişan re rû bi rû ye.
Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji televîzyona El Meyadîna Libnanê re axivî, êrişa terorî ya Frensayê şermezar kir û got, ev êrişa Parîsê jî wekî êrişa Sûriyeyê ye ku gele wê şidetê dibîne. Ev 5 sale gelê Sûriyeyê rastî van êrişê wekî ya Parîsê tên.
12.25 — Hollande: DAIŞê ev êriş kir
Serokomarê Frensayê François Hollande, diyarkir ku, di êrişa Parîsê 127 kes hatin kuştin û em dizanin ev êriş ji terefê DAIŞê ve hat kirin û plana wê jî li derveyê welat çêkirin.
Hollande di berdewamiya axaftina xwe de got, me 3 roj şîn ragihand û hêzên ewlehî ji bo êrişên nû pêşgiriyên berfireh girtine. Di êrişa 8 milîtan û xwekujî de ji 180 kesî zêdetir jî birîndar bûne.
12.05 — Abdulah Gul bi frensî peyama sersaxiyê da
Serokomarê Tirkiyeyê yê berê Abdulah Gul di hisabê xwe yê Twitterê de bi zimanê frensî peyama sersaxiyê weşand. Gul di peyama xwe dibêje ‘ ez êrişa terorî ya Parîsê lanet dikim. Ez piştgiriye didim her kesê ku dibin bandora êrişe de mane.'
12.00 — Êrişa Parîsê li Rûsyayê jî tê bi bîr anîn
Rûsî ji bo êrişa Parîsê diçin balyozxaneya Frensayê ya Rûsyayê û deste gulan datînin.
Rûsî li balyozxaneya Frensa ya Rûsyayê  ji bo kesên kuştî deste gulan datînin
© AFP 2018 / DMITRY SEREBRYAKOV
Rûsî li balyozxaneya Frensa ya Rûsyayê ji bo kesên kuştî deste gulan datînin
11.30 — Li Frensayê rewşa derasayî hat îlankirin
Hollande rewşa derasayî îlan kir, artêş vexwend ser peywirê, eşkere kir ku sînor girtine.
Piştî êrîşên li Parîsa paytextê Fransayê Serokomar Françoîs Hollande daxuyanî da û artêş gazî ser wezîfeyê kir, rewşa derasayî îlan kir û eşkere kir ku sînorên xwe girtine.
10.15 — Şahidê bûyerê: Yekî çekdar li wesayitê suwar bû û çû
Şahidekî bûyerê ku agahî dan BBCyê got, min bûyer di pencereye de temaşe dikir.
Şahid dibêje, dema ez bi bazdan hatim pencereye min dît li kolanê yekî ku keleş di destê wî de heye. Êrişker bê ser û ber gule dibarandin, paşî wesayîtek hate nêzikî wî suwarbû û çû. Min bi çavê xwe dît bê însan çava diketin erde. Paşî ez li polêsan geriyam.

10.00 — Serokên cîhanê ji Fransa re peyamên sersaxiyê şandin
Serokê Amerîkayê Barack Obama, Serokê Rûsya Vlademîr Pûtîn, Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û gellek serokên cihanê teqîn û êrişên Parîsê şermezar kirin û hevxemiya xwe ji bo hikûmet û gelê Fransa nîşan dan.

 Şeva borî li Parîsê, çend teqîn û êrişên çekdarî pêk hatin ku di encamê de herî kêm 142 hatin kuştin, derdora 200 kes jî birîndar bûn. Tê gotin rewşa hinek birîndaran ne baş e.

Parîs — Li gor agahiyan, îşev çend kesên çekdarî bi çekên otomotîk 4 erîş Resturanta Cambrodgeyê li taxa 11a Parîsê kirin. Li êrişê de 142 kesan zedetir mirov hatine kuştin, bi hezeran birîndar hene û nezî 140 kesan jî rejîn hatine girtin. Li gorî agahîyan ew êrişan DAIŞê kirîye.

 Alîyê dinvê li gorî ajansa AFPê salona konserê de 100 kes hatîye kuştin.

Rojnameyên ser bi aliyên Lîberal ve dibêje di êrîşa çekdarî de çend kesî jiyana xwe ji dest dane lê ti aliyê fermî ew zanyarî piştrast nekir.

Serokvezîrê Tirkiyayê sersaxî da Fransa.

Tê gotin ku li nêzîkê Stadyuma Fransayê teqînek jî pêk hatiye.

Îro lîstika fotbolê ya navbera Fransa û Almanya heye ku biryar e li Parîsê were encamdan.

 

 

 

 

Bi heman mijarî:

Pûtîn, ji bo konferansa avhewayê diçe Parîsê
Lavrov ji bo mijara Sûriyeyê li Parîsê nehat vexwendin, Kery jî neçû
PYD: Nûneritiyen rêveberîya xwe ser li Parîs, Berlîn û Moskovayê ten vekirin
Problêmên Ûkraynê wê li Parîs û Minîskê bên giftûgobikin
Fuad Husên: Hikûmeta Iraqê nehîşt kurd tevlî civîna Parîsê bibe
Dijberên DAIŞê wê li Parîsê bişêwirin
Etîketan:
kuştî, mirin, êriş, teqîn, Parîs, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de