22:34 23 Tebax 2017
Zindî
    Ala Urdunê

    Qralê Urdunê: Rûsya li Sûriyeyê kilîda aştiyê ye

    © Flickr/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3601

    Qralê Urdunê Abdulah bin Huseyin diyar kir ku, Rûsya li Sûriyeyê ji bo anîna aştiyê roleke kilîd dilîze.

    Navenda Nûçeyan — Abdulah bin Huseyin di hevpeyvîna xwe ya digel ajansa Euronewsê de ragigand ku, di van salên dawî de min tim got, kilîda çareseriya rewşa siyasî ya Sûriyeyê li Moskovayê ye û dewleta ku tenê bikaribe xerentiyê ji bo desthilateke ku bibe xwediyê peyvê bide dîsa Rûsyaye.

    DAIŞ ji bo ewropa jî û ji bo Rûsyayê jî tehdîd e

    Qralê Urdunê di berdewamiya axaftina xwe de dibêje, rêxistinên radîkal wekî DAIŞê ji xeyrî ewropayê ji bo Rûsyayê jî tehdîdê çêdike. Eşkereye ku hebûna milîtanên biyanî hem ji bo ewropayê û hem jî ji bo Rûsyayê cihê metirsiyê ye. Rûsya jî bi pirsgirêka milîtanên biyanî re rû bir û ye, ji bo vê divê Rûsya jî vê metirsiyê binirxîne.

    Rûsya ji 30ê Îlonê ve li ser daxwaza Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad li Sûriyeyê tevlî operasyonên dijî DAIŞê dibe.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: ‘Piştgiriya meya YPGê berdewam e
    HESEKÊ - YPG û QSDê 60 gund rizgarkirin
    Xwarziyê Ocalan li Viyanayê mirî hat dîtin
    TEV-DEM: 'Tirkiya dîsa li pey provakasyonekê ye'
    HUDA-PAR: 10 hezar kurd ji ber destê PKKê reviyan
    Etîketan:
    DAIŞ, Abdulah bin Huseyin, Ûrdûn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de