02:32 17 Tebax 2017
Zindî
    Alaya Amerîkayê

    Amerîka: ‘Piştgiriya meya YPGê berdewam e

    © AFP 2017/ GABRIELLE LURIE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21901

    Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner got: Em çekan nadin YPGê tenê em bi êrişên hewayî piştgiriyê didin wan.

    Navenda Nûçeyan — Alîyê din ve Mark Toner hişyarî da Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û got: Nabe ku PYD bi serê xwe bibe desthilatdar.

    Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner, îro di civîna xwe ya rojnamevaniyê de li ser rewşa Sûriyê agahî da.

    Toner li ser avakirina herêma xweser li Sûriyê, hişyarî da PYDê û got, nabe tiştekî wisa li Sûriyê bibe.

    Toner her wiha got, em çekan nadin YPGê tenê em bi êrişên hewayî pişta wan digirin.

    Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu, beriya niha di hevpeyvîna xwe bi CNN Internationalê re gotibû, em ne li djiî wê ne Amerîka çekan bide Pêşmerge lê em naxwazin Amerîka alîkariya YPG/PYDê bike.

    Mark Toner, derheqê wan gotinên Davûtoglu de got, min hevpeyvîna wî guhdar nekir lê em alîkariyê didin hêzên Pêşmerge. Em vê yekê di bin çavdêriya hikûmeta Iraqê de dikin. Pêşmerge di şerê DAIŞê de hêzeke bi bandor û girîng e.

    Toner li ser YPGê jî got, haya min jê tine ka çek dane YPGê yan na lê ji ber ku ew di şerê DAIŞê de serkeftî ne, em bi êrişên asmanî alîkariyê didin wan.

    Berdevkê Wezareta Derve di bersiva vê pirsê de ku "Hûn dibêjin YPG şerekî baş dike lê em çek û cebilxanê nadin wan! Ma wê çaxê bila çekan ji Rûsya bistînin?" jî got, em çekên amerîkî nadin YPGê. Eger helwesta me derheqê vê mijarê de hat guhertin emê we agahdar bikin. Lê em niha tenê di êrişên asmanî alîkariyê didin wan.

    Wî rayedarê Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kir ku wan PYD li ser avakirina herêmeke xweser li Sûriyê hişyar kirine û got, em naxwazin ew li Sûriyê statûyeke nîv-xweser ava bikin. Em alîgirê yekîtiya axa Sûiryê ne. 

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Amerîka dixwaze hêza me ya atomî bêbandor bike
    Di navbera Rûsya û Amerîkayê de ‘ji bo kurdan kîjan siyaset' pêwist e? (BEŞA SÊYEM)
    Davutoglu: Bila Amerîka alîkariya pêşmerge bike
    Netenyahû dîsa li Amerîkayê ye û ...
    Amerîka Li Iraq û Sûriyeyê bê navber li DAIŞê dide
    Brîtanya: ‘Baweriya Amerîkayê tenê bi pêşmerge û bi YPGê heye'
    Etîketan:
    Pêşmerge, DAIŞ, YPG, PYD, Mark Toner, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de