00:46 24 Hezîran 2018
Obama û Netanyahû

Netenyahû dîsa li Amerîkayê ye û ...

© AP Photo / Carolyn Kaster
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Netenyahû dê bi Obama re derbarê peymana atomî ya digel Îranê û kontrolkirina tesîsên wê yên atomî biaxive. Herwiha mijara Filistînê jî dê bi berfirehî were rojevê.

Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Îsrayîlê Benyamîn Netenyahû îro ji bo serdaneke fermî çû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û dê bi Serokê Amerîkayê Barack Obama re hevdîtinekê pêk bîne.

Tê zanîn ku meha Adarê ya borî Netenyahû li Kongreya Amerîkayê axaftineke gelekî tund kiribû. Herwiha çendek berê jî şêwirmendê çapemeniyê Netenyahû li ser hesabê xwe yî Twitterê gotibû ku Obama mirovekî li dijî cihûyan e û Wezîrê Karên Derve yên Amerîkayê John Kerry jî di aqilê zarokekî 12 salî de ye. Lê nayê zanîn bê ka bandora van axaftin û tevgeran dê çiqqasî bandorê li ser vê hevdîtinê bike.

Ji aliyekî din ve Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Joseph Cohen ji rojnameya îsrayîlî ya Haaretzê re daxuyand ku Netenyahû dê derbarê pirsgirêka filistînî de Obama dilgerm bike.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Ben Rhodes jî got ku her çiqas derbarê peymana atomî de hinek nakokî hebin jî di navbera her du dewletan de hevkariyeke nedîtî ya asta rajorîn heye.

Bi heman mijarî:

Obama: Dibe ku DAIŞê bombe xistibe balafira rûsî ya ku ket
Obama: 'Namzedên komarparêz bi Pûtîn nikar in'
Keçeke kurd xelata zêrîn ji destê Obama wergirt
Demîrtaş bersiv da Erdogan û ji Obama re got zalim
Obama, nikare pêşiya çekên ku ji Ûkraynayê re diçin bigre
Dîrektorê CIAyê, ji bo Îranê şîret li Obama kirin
Obama nûnerê xwe dişîne Kurdistanê
Etîketan:
peymana atomî, Barack Obama, Benyamin Netenyahu, Îsrayîl, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de