23:56 22 Sibat 2018
Zindî
    Moşekên S-300

    Rûsya: Me bi Îranê re peymana moşekên S-300î îmze kir

    © Sputnik/ Valery Melnikov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Rûsyayê peymana sîstema parastina moşekên S-300î bi Îranê re îmze kir.

    Navenda Nûçeyan — Midurê giştî yê Rostecê a şirketa teknolojiye ya dewleta rûsî Sergey Çemezov ragihand ku, ji bo şandina sîstema parastina moşekên S-300î me Peyman bi Îranê re îmze kir.

    Rûsya û Îranê peymana moşekên S-300î ya pêşî di sala 2007an de îmze kiribûn. Lê Moskova ji ber mûeyîdên 2010an yên navneteweyî li ser Îranê, peymana moşekan dabû sekinandin. Û Îranê jî di dadgeha tahkîmê de li dijî Rûsyayê doz vekiribû.

    Sergey Çemezov li Dûbaiyê di konferansa parastinêde axivî û got, Rûsyayê Peyman bi Îranê re îmze kir. Kengî beşeke peymanê bi cih were dê Îranê ji doza xwe ya dadgeha tahkîmê vekişe.

    Piştî helwesta Îranê ya bernameya nuklerî, dewletên P5+1ê di meha nîsanê de mueyîdên navneteweyî ji ser Îranê rakiribûn û Rûsyayê jî peymana ku bi Îranê re îmze kiribû bi cih anî.

    Her wiha hat ragihandin li gorî peymana nava herdu dewletan divê Rûsya hetanî dawiya 2015an sewkiyata S-300î ji bo Îranê bike.

    Bi heman mijarî:

    Li Rihayê 4 kes hatin girtin
    Li Kirmanşanê brûsk li pasdarên Îranê ket: Kuştî û birîndar hene
    Li hemberê DAIŞê 4800 leşker
    Li Antalyayê erdhej!
    YPG: Êrişên Artşêşa Tirkiyeyê li ser me didomin
    Etîketan:
    Rûsya, Sergey Çemezov, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de