22:55 12 Kanûn 2017
Zindî
    DAIŞ-perwerdehî

    Li hemberê DAIŞê 4800 leşker

    © AP Photo/ Muhammed Muheisen
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Hêzên Amerîkayê perwerdeya leşkerî dane 4 hezar û 800 leşkerên Iraqê, bi taybetî di warê şerê kolanan de, ji ber ku DAIŞ gelek caran wî şerî dike.

    DAIŞ-perwerdehî
    © REUTERS/ Hosam Katan
    Navenda Nûçeyan — Wezareta Bergiriyê yê Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand: "Hêzên Amerîkayê di çarçoveya amadekirina hêzên 73 û 15 yên Iraqê bo şerê DAIŞê, serperiştiya perwerdekirina 4 hezar û 800 leşkerên Iraqê kiriye."

    Li gorî wê daxuyaniyê, "Nêzîkî 3 hezar leşkerên din beşdarî xuleke nû kirine ku beriya 3 hefteyan dest pê kiriye û wan li ser perwerdekirina nûtirîn taktîkên şer fêr dikin, mîna bikaranîna çekên giran û pûçkirina bombeyên vedayî."

    Wezareta Bergiriyê wiha got: "Ew xul pêşkêşkirina şêwran bo hêzên ewlehiyê û çawaniya kar ligel agahiyên leşkerî. Herwiha çekdarkirina leşkeran bi çekên sivik mîna M16A2 û çawaniya bikaranîna wan bi taybetî di şerê kolanan de."

     

     

     

    Etîketan:
    Lêşker, DAIŞ, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de