05:18 11 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimir Pûtîn û Beşar Esed

    Brîtanya: Tenê Pûtîn dikare Beşar Esad qanih bike

    © Sputnik/ Aleksey Drujinin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Derve yê Brîtanya Philip Hammond ragihand ku, tenê yek dikare Serokê Sûriyeyê Beşar Esad qanih bike ew jî Pûtîn e.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Brîtanya Philip Hammond ragihand ku, em bi Rûsyayê re tenê li ser pêşeroja Beşar Esad lihev nakin. Tenê yek dikare Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad qanih bike heye ew jî Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin e.

    Hammond tevlî bernameya Andrew Marrî ya kanala BBCîyê bû û ragihand, ji bo ku Brîtanya jî li Sûriyeyê tevlî operasyona bibe divê erêkirina parlamanê hebe. Kengî em fikirîn k uçuna wir rast e û em gihîştin baweriyekê ku ji parlamanê derbasbibe em dikarin bifikirin. Brîtanya niha perçeyekî koalisyona 60 dewletî ye.

    Çareseriya siyasî şert e

    Philip Hammond di berdewamiya axaftina xwe de got, heke em bixwazim li dijî DAIŞê biserkevin, divê em wê di cihê ku dile wê lêdide yanî li rojhilatê Sûriyeyê biqedînin. Û ji bo ku em biserkevin jî divê li Sûriyeyê hevkariyek berfireh bê sazkirin. Divê li herêmê agirbest bê ragihandin û rêya diyaloxê ku hemû grûbên meşru yên muxalif bikarin beşdar bibin bê meşandin. Bi vî awayî yên ku baweriya wî bi pêşeroja Sûriyeyê hebe dikarin werin cem hev.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge li kolanên Şengalê ye û televîzyona K24 jî weşana zindî dike
    Ji sedî 90 em bawerin ku balafira rûsî bi bombeyekê hat avêtin
    Li Farqîn, Şemzînan û Şirnexê operasyon
    FARCê ji bo aştiyê şertê parlamentoyê danî
    YPGê bang kir, bila kurdên Rojava vegerin welatê xwe
    Etîketan:
    Wezareta Derve yê Brîtanyayê, Beşar Esad, Vladimir Pûtîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de