08:02 18 Kanûn 2017
Zindî
    Mîlitanên FARCê

    FARCê ji bo aştiyê şertê parlamentoyê danî

    © AP Photo/ Ricardo Mazalan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Hêza Çekdar û Şoreşger ya Kolombiyayê (FARC) ji sala 1964an ve li hemberî hikumeta Kolombiyayê şerê gerîla dimeşînê.

    Navenda Nûçeyan — Hêza Çekdar û Şoreşger ya Kolombiyayê (FARC) ji sala 1964an ve li hemberî hikumeta Kolombiyayê şerê gerîla dimeşînê. FARCê ji hikumeta Kolombiyayê di parlamanê de daxwaza parlamenteran kir.

    Rêxistina FARCê ev 3 salin bi hikumeta Kolombiyayê re hevdîtinên aştiyê dike. FARCê îro di daxuyaniyeke çapemenî de ragihand ku, ‘em dixwazin di siyaseta zelal de aktif cih bigrin û di kongreye de herî hindik du dewran em dixwazin bibin xwedî mafê axaftinê.

    FARCê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, ji bo ku endamên me ji mafê parastina makeqanûnî îstîfade bikin û di pêvajoya şerê navxweyî de ji bo sûcên ku hatine kirin divê lêpirsîneke bêalî û serbixwe bê destpêkirin.

    Di şerê navxweyî de ji 200 hezarî bêtir însan hatin kuştin

    FARC 51 sal berê wekî baskê leşkeri yê Partiya Komunîst ava bû. Heta niha di şerê navxweyî yê hêzên artêşa Kolombiyayê û gerilayên FARCê de ji 200 hezarî bêtir însan jiyana xwe ji dest da.

    Her wiha Din ava FARCê û hikumeta Kolombiyayê de hevdîtinên aştiyê di Mijdara 2012an de destpêkiri bû. Di 23ê Îlonê de di navbera Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos û rêvebiriya FARCê de li paytexta li Hawanaya Kûbayê ji bo plankirina çekdanînê rêkevtinek îmze kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    YPGê bang kir, bila kurdên Rojava vegerin welatê xwe
    Nivîskar û aktîvîsta kurd ji ber Îranê reviya
    Duh şevêdin saet paşve hat hildan
    Ji 42 serokên şaxên CHPê, banga kongreyê
    Bexda ev du sal in bûdçeya Kerkûkê naşîne
    Etîketan:
    FARC, Juan Manuel Santos, Kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de