15:10 23 Hezîran 2018
Balafira rûsî ku li Misrê ket

Ji Brîtanyayê îdiayeke nû: Dibe ku terorîstên brîtanî balafira rûsî xistibe

© AP Photo / Suliman el-Oteify
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Derbarê ketina balafira rûsî ku hefteya borî li Nîvgirava Sînaya Misrê ketibû îdiayên nû. Hat îdiakirin ku dibe terorîstên brîtanî balafira rûsî xistibe.

Navenda Nûçeyan - Li gorî Rojnameya Telegrapya brîtanî îdiaya xwe dispêre hinek berpirsên îstîxbarî Brîtanyayê ku bi Misrê hevkariyê dikin û dibêje, îstîxbarata Brîtanya û Misrê li ser îhtîmala hinek kesên brîtanî û endamên DAIŞê yên navendî ku li Nîvgirava Sînayê bi rêya telefonê axivîne disekinin.

Di nûçeyê de tê gotin ji bo avêtina balafirê ku ji terefê DAIŞê ve hatibe xwarê hêj zû we. Lê hejmara endamên DAIŞê her diçe li Brîtanyayê zêde dibe.

Misir îdiaya ku ‘dengê teqînê hat' derewand

Di çapemeniya Frensayê de jî ji bo balafira rûsî ku li Misrê ketibû hat îdiakirin ku ji sindoqa ragihandinê deng hatiye, lê Misrê ev îdia jî derewand.

Di roja 31ê Cotmehê de balafira Airbûs A-321 ya rûsî ji bajarê Misrê ji Şerm el Şeyxê rabû ku here St. Petersburgê piştî rabûnê bi 23 deqîqe li Nîvgirava Sînayê bi tevlî 224 rêwî û muretebatê xwe ketibû xwarê.

Bi heman mijarî:

Li Çelaxê ENKS û TEV-DEM hatin hemberî hev
DAIŞê li Kerkûkê êrişî niqteya asayîşê kir, kuştî û birîndar hene - hat nûkirin
Pêwendiya parlamenterên AKPê derbasî îdianameya Cemaetê bû
Nasnameyên 6 şervanên YPGê hat eşkerekirin
Komîsyona Karên Derve ya KNKê civiya
Etîketan:
Misir, Brîtanya, Misir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de