02:34 17 Tebax 2017
Zindî
    Şewata Odesayê

    Konseya Ewropayê: 'Lêpirsîna Odesayê ne bêalî ye'

    © Foto: odessa-media
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 510

    Panela Şêwirmendiyê ya Navneteweyî ya Konseya Ewropayê biryar da ku hikûmeta Ukyaryanê di lêpirsîna derbarê komkujiya Odesayê de li gorî regezên Danezana Mafên Mirovan a Ewropayê tevnegeriyaye.

    Navenda Nûçeyan — Di raporta panelê de hate gotin ku lêpirsîn li gorî regezên Danezana Mafên Mirovan a Ewropayê nehatine pêkanîn.

    Gulana 2014an li bajarê Odesayê yê Ukraynayê xwepêşandêrên alîgir ên Kievê avahiya sendîkayê şewitandibûn ku tê de xwepêşandêrên li dijî hikûmetê jî tê de hebûn. Ji ber şewata avahiyê 48 kesî jiyanên ji dest dabûn û berpirsiyarên bûyerê heta niha jî nehatine dîtin.

    ‘Lêpirsîna ku polês bimeşînin ne mumkin e ku serbixwe be'

    Di raporta Panela Şêwirmendiyê ya Navneteweyî ya Konseya  Ewropayê de hate gotin ku lêpirsîn ji aliyê servîsa agirkujî û polêsan ve hatiye meşandin; ev sazî rasterast bi talîmatên Wezareta Navxweyî dixebite û ne mumkin e ku bi awayekî serbixwe raport lêpirsîn pêk anîbe.

    Di raportê de bang li wê yekê hate kirin ku berpirsiyar bên dîtin û ji bo vê yekê jî lêpirsîneke bêalî û xurt bê kirin.  

    Bi heman mijarî:

    FT: ‘Heke Merkel here, Ewropa dê belav bibe’
    Berdevka Yekîtiya Ewropayê: 'Êrişên ser çapemeniyê xeternak in'
    Karsazê F1ê Ecclestone: Bila Pûtîn Ewropayê bi rê ve bibe
    Federasyona Ermenîyan a Ewropayê ji bo piştgiriya HDPê bang kir
    Parlamentoya Ewropayê ji HDPê re sersaxî xwest
    Wesayîtên DAIŞê ji Riha û ji Ewropayê diçin
    Ewropa 400 hezar koçber dersînor dike
    Erdogan: 'Hevkariya Ewropayê li ser dijberiya kurdan ava dike'
    Etîketan:
    Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de