13:09 21 Tebax 2017
Zindî
    Balafira rûsî

    Brîtanya: 'Dibe ku DAIŞê balafira rûsî xistibe'

    © REUTERS/ Mohamed Abd El Ghany
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 701

    Wezîrê Derve yê Brîtanya Philip Hammond diyar kir ku, me raportên îstîxbaratê yên balafira rûsî ku li Nîvgirava Sînayê ket vekolan û em gihîştin baweriyê dibe ku DAIŞê balafir xistibe.

    Navenda Nûçeyan — Her wiha Kremlînê jî ragihandibû ku em dixwazin Brîtanya van raportan bi me re jî parve bike.

    Wezîrê Derve yê Brîtanya Philip Hammond ji kanala SkyNewsê re axivî û got, DAIŞê îdia kir ku balafira Rûsyayê wê avêtiye. Me ev îdia û hemû doneyên heyî ji çav derbas kirin û em gihîştîn baweriyekê ku îhtîmale balafira rûsî DAIŞê xistibe.

    Dibe ku bi amûrekî bombeyi hatibe avêtin

    Philip Hammond di berdewamiya axaftina xwe de got, îhtîmal e ku amûrekî bombey danîbin nava balafirê û ev teqandibin û balafir bi wî awayî xistibin.

    Ji aliye din ve Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li hemberî îdiayên Hammond axivî û got: 'Em hêvî dikin ku delîlên cidî destê wan de hebin, wan bi me re jî parve bikin. Me berê jî gotibû, ji bo qezayê û sedemên wê piştî lêkolîn û lêpirsînan em ê daxuyaniyê bidin raya giştî û heta niha lêkolîneran tu daxuyanî nedane. Daxuyaniyên ku ji derdor tên jî hemû spekulasyon in.'

    Ji bo daxuyaniyê hêj zû we

    Dmitriy Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got: 'Ji bo vê mijarê daxuyanî dayîn hêj zû ye. Helbet hemû agahî tên berhevkirin û bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re tên parvekirin. Em tu îhtîmalê piştguh nakin, lê di vir de agahiyên îhtîmalî jî wekî vebirî bên dayîn ne rast e.'

    Bi heman mijarî:

    Ji bo yadigariya miriyên balafira rûsî ji qûmê peyker
    Forbesê, Pûtîn wekî ‘mirovê herî xurt ê cîhanê’ hilbijart
    Balafirên Îranê şieyên Iraqê ji bo şer dibin Sûriyeyê
    Mahmût Osman: ‘Divê hikûmeta Başûr û Amerîka zextê li AKPê bikin'
    Li Amedê pevçûn: Polêsek hat kuştin
    Etîketan:
    SkyNews, DAIŞ, Wezareta Derve yê Brîtanyayê, Kremlîn, Philip Hammond, Dmitriy Peskov, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de