01:32 20 Tebax 2017
Zindî
    Şervanekî YPG li Hesekê

    Amerîkayê biryarek bi dilê Tirkiyeyê da

    © REUTERS/ Rodi Said
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16302

    Berdevkê operasyonên ku Amerîka li Sûriye û Iraqê li dijî DAIŞê pêk tîne, Steve Warren, bi rêya sînevîzyonê tevlî civîna rojnamevaniyê ya Pentagonê bû.

    avenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku Amerîka dê êdî çek û alîkariyên leşkerî nede Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

    Di civînê de rojnamevanekî ev pirs ji Warren kir: Rayedarekî Pentagonê gotiye, Amerîka êdî çek û alîkariyên leşkerî nade YPGê. Eger ev rast be wê çaxê di navbera Amerîka û Tirkiyê de rewşek nû çêdibe. Nêrîna te li ser vê çiye? Steve Warren di bersiva wî rojnamevanî de wiha got, em êdî çek û cebilxanê nadin YPGê. Ew çekên ku me beriya niha bi pakêtan avêtibû erdê jî, ji bo opozîsyona Sûriyê bû. Ji vir û pêde jî emê tenê çekan bidin mixalefeta ereb ya Sûriyeyê. Siyaseta me ya niha ev e.

    Warren di bersiva vê pirsê de jî "gelo Amerîka li ser daxwaza Tirkiyê ev biryar daye?" got, ez zêde nakim nav mijarê lê Tirkiye endamê NATO ye û di şerê DAIŞê de hevpeymanekî me yê nêzîk e. Em ê hevdîtinên xwe bi Tirkiyeyê re bidomînin.

    Bi heman mijarî:

    Li Elezîzê jî derketina ji malan hat qedexekirin
    FLAŞ - YNKê jî naxwaze PKK li Şingalê bimîne
    ‘Kurdistan ji bo Tirkiyeyê giring e'
    Parêzerên Ocalan: Divê dadgeh li gorî ruhê demokrasiya Atinayê tevbigere
    Li Pakîstanê fabrîqeyek hilweşiya: 16 mirî û 100 kes jî di binê enkazê de mane
    Etîketan:
    YPG, Steve Warren, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de