13:57 19 Hezîran 2018
UNESCO

UNESCO: Di nava 9 salan de zêdeyî 700 rojnamevan hatin qetilkirin

© AP Photo / Jacques Brinon
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Li gorî raporek ji aliyê UNESCO ve hat eşkerakirin, di navbera salên 2006-2014an de zêdeyî 700 rojnamevan li ser karê xwe hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Roj Newsê di raporê de hat ragihandin ku bi tenê di 9 mehên îsal de 70 rojnamevan hatine qetilkirin û di nava her 5 rojan de rojnamevanek li ser karê xwe hatine qetilkirin.

Li gorî rapora UNESCO, bûyerên qetilkirina rojnamevanan li welatên Ereban gelekî zêde bûne. Di navbera salên 2013-2014an de ji 178 rojnamevanên hatin qetilkirin 64 ji wan li welatên Ereb hatin qetilkirin. Di navbera heman salan de li Latîn

Amerîka û Karîbîkan 51, li Asya û Pasîfîkê 30, li Afrîkayê 23 û li welatên Ewropaya Navîn û Rojhilat 10 rojnamevan hatin qetilkirin.

Ji rojnamevanên di sala 2013an de jiyana xwe ji dest dan 8 ji wan weke nûçegihanê derveyî welat dixebitîn. Ev hejmar di sala 2014'an de gihîşt 20 rojnamevanan. Di sala 2014an de ji 17 nûçegihanên jiyana xwe ji dest dan 12 ji wan li Sûriye yan jî Ûkraynayê dixebitîn bûn.

Nuqteyeke din a ku UNESCO di rapora xwe de balê dikişîne ser ew e, ku piraniya rojnamevanên hatine qetilkirin, bi awayekî kiryar ne diyar hatine qetilkirin. Li gorî vê yekê, ji van cînayetên sala 2012an ji sedî 5, yên sala 2014an jî bi tenê ji sedî 8 hatin ronîkirin.

Bi heman mijarî:

NY: Li Rojhilata Navîn 13 milyon zarok ji perwerdehiyê mehrûm in
NY: 7 mîlyon û 600 hezar Sûrî koçber bûne
NY: Gelê Sûriyê bê hêvî bûye
Etîketan:
Roj News, UNESCO, NY
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de