15:30 22 Sibat 2018
Zindî
    Hillary Clinton

    Hilary Clinton, derbarê weşanên RTyê de hertim hatiye agehdarkirin

    © REUTERS/ Brendan McDermid
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Russia Today (RT) kanaleke televîzyonî ya aydî dewleta Rûsyayê ye û bi zimanê ingilîzî weşanê dike û derkete holê ku Wezîra Karên Derve yên Amerîkayê ya berê Hillary Clinton di pêvajoya wezîrtiya xwe de derbarê weşanên vê kanalê de hertim hatiye agehdarkirin.

    Piştî ku Wikileaksê xwe gihande gelek belge, raport û nivîsên îstixbaratî yên Amerîkayê hinek e-posteyên Hilary Clinton jî bi dest ketin. Li ser vê yekê Dadgeha Federalî ya Waşîngtonê biryar da ku belgeyên Wezareta Karên Derve yên Amerîkayê yên bi qasî 55 hezar rûpelî ji 30 Hezîranê pê de ji raya giştî re bên weşandin.

    Di van belgeyan de diyar dibe ku Clintonê di navbera 2009 û 2013an de e-posteya xwe ya şexsî ji bo kar û barên wezaretê yên fermî bi kar aniye û di hinek peyaman de qala weşanên kanala televîzyonî ya rûsî RT jî tê kirin.

    Ev e-poste nîşan didin ku derbarê bernameyên RTyê yên li ser krîza Sûriyeyê, El Qaideyê, bernameya ‘The World Tomorrow'a ku Serokê Hizbullaha Libnanî Hesen Nesrullah bibû mêvanê wê û gelek mijarên din de şêwirmendên Clintonê hertim ew agehdar kirine. 

    Hêjayî gotinê ye ku Clintonê sala 2011an ji Kongreya Amerîkayê xwestibû ku butçeyeke xurt ji bo şopandina medyaya cîhanê bê veqetandin û herwiha gotibû ku Amerîka di şerê global ê ji bo agehiyan de li hemberî RTyê têk çûye.

    Bi heman mijarî:

    Clinton û Viyan Dexîl civiyan
    Rûsya: 'Li Sûriyeyê me li 237 hedefên DAIŞ û El Nûsrayê xist'
    Rûsya: 'Balafira me li hewayê perçe bû'
    Rûsya: Balafira me ne ji sedemên teknîkî ket
    Zewahirî, li dijî Rûsyayê banga cihadê kir
    Rûsya: Balafira ku ket hêj li hewayê parçe bû
    Rûsya bersiva îdiayên ‘balafir DAIŞê avêt' da
    Rûsya: Divê kurd û Artêşa Azad jî tevlî hevdîtinên Sûriyeyê bibin
    Rûsya: 'Îdiayên ku em li DAIŞê nadin derewin'
    Rûsya: Îran, Iraq, Misir, û Libnan jî wê li civîna Viyanayê bibin
    Etîketan:
    The World Tomorrow', Russia Today (RT), Wikileaks, Hilary Clînton, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de