00:33 19 Sibat 2018
Zindî
    Eymen El Zewahirî

    Zewahirî, li dijî Rûsyayê banga cihadê kir

    © AFP 2018/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê El Qaîdeyê Eymen El Zewahirî, bangî hemû komên cihadî kir ku şerê nava xwe rawestînin.

    Navenda Nûçeyan — Serokê El Qaîdeyê Eymen El Zewahirî, bangî hemû komên cihadî kir ku şerê nava xwe rawestînin û li Iraq û Sûriyeyê li dijî Rûsyayê û dewletên rojava bibin yek.

    Zewahirî, di vîdyoya duhî bangî komên cihadî dike ku Amerîka, Rûsya, Îran, Elewî û Hizbulah li hemberî me şerekî bi kordîne û hevpar dikin. Divê em şerê nava xwe biqedînin û em hemû xebata xwe li dijî wan bi kar bînin.

     

    Ji Tirkistanê hetanî Fasê

    rî di axaftina xwe de destnîşandike ku, birayên mûcahid yên hemû kom û hereman, em li hemberî tehdîda Amerîka, Ewropa û Rûsyayê ne, ji bo vê ji Tirkistanê hetanî Fasê divê em hemû mûcahîd bibin yek.

    Her wiha Eymen El Zewahirî di vîdyoyeke ku di meha Îlonê de parvekiribû de xelîfetiya DAIŞê nemeşrû bi nav kiribû û gotibû, em vê xelîfetiyê nasnakin lê li Iraq û Sûriyeyê li dijî dijmin em dikarin hevkariyê bikin.

    Ji aliye din ve hevkariyeke ku di nava DAIŞ û El Qaîdeyê de çêbibe li Rojhilata Navîn dê bêîstîqrariyê zêde tir bike.

    Bi heman mijarî:

    Perçeyên balafira rûsî ku li Misrê ketibû hatin dîtin
    Mixalefeta Sûriyeyê, ji encamên hilbijartina Tirkiyeyê kêf xweş e
    Encamên dawî yên hilbijartina 1ê Mijdarê
    Li Şingalê şerê pêşmerge û DAIŞê giran dibe
    Erdogan: Îradeya neteweyî ji aliyê aramiyê ve tecelî kiriye
    Etîketan:
    El Qaîde, Eymen El Zewahirî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de