10:34 19 Tebax 2017
Zindî
    azerbeycan

    Îro li Azerbaycanê jî hilbijartinên parlamenteriyê hebûn

    © Sputnik
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10401

    Ji serxwebûna 1990an vir de ev cara 5emîn e ku Azerbaycan çû hilbijartinan û encamên nefermî îşev li ser medyaya azerî hatin ragihandin.

    Navenda Nûçeyan — Îro li Azerbaycanê jî hilbijartinên Meclisa Neteweyî hebûn û ji bo 765 endam ketin pêşbaziyê.

    Di Meclisa Neteweyî ya Azerbaycanê de 125 meqamên parlementeriyê hene û rêjeya hilbijêran jî 5 milyon 200 e.

    Hilbijartinên parlamenteriyê saet 08:00ê sibehê dest pê kir û saet 19:00an de qediya.

    Ji bo çavdêriya hilbijartinan li 119 herêman ji hezarî zêdetir kamera hatin bikaranîn.

    Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev jî digel xanima xwe Mihrîban Aliyeva li dibistaneke paytext Bakuyê dengên xwe avêtin sindoqê.

    Ji aliyekî din ve hilbijartin ji aliyê 501 nûnerên 40 rêxistinên navneteweyî û 63 hezar çavdêrên azerî ve hate şopandin.

    Li gorî jimartina pêşîn partiya Îlham Aliyev a bi navê Partiya Azerbaycana Nû piraniyan dengan bi dest xist.

    Sekreterê Partiya Azerbaycana Nû Ali Ahmedov derbarê encamên berdest de wiha got: ‘Wisa xuya dike ku me dîsa piranî bi dest xist. Di hilbijartina berê de ji 125 meqamên parlamenteriyê 71 kursî aydî me bûn û texmîna me ew e ku em ê vê carê ji 70yî zêdetir parlamenteran derxin.'

    Ji aliyekî din ve partiyên muxalif û saziyên civaka sivîl partiya desthilatdar rexne kir. Serokê Partiya Musawatê Arif Hacili diyar kir ku hilbijartin di şert û mercên nedemokratîk de pêk hatiye; çavdêr û muşahidên wan gelek bêusûlî tesbît kirine.

     

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji şeddadiyan ta bi `Kurdistana Sor` kurdên Azerbaycanê (beşa 1)
    Ji şeddadiyan ta bi `Kurdistana Sor` kurdên Azerbaycanê (beşa 2)
    Azerî: 'Bila kurd vî bajarî biterikînin'
    Etîketan:
    hilbijartin, Îlham Aliyev, Azerbaycan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de