22:28 23 Tebax 2017
Zindî
    Serokwezîrê Misrê Şerîf Îsmaîl

    Rûsya bersiva îdiayên ‘balafir DAIŞê avêt' da

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1801

    Herdû sindoqên agahiyan ya balafira Airbûs A-321 ya rûsî ku li Misrê ket hatin dîtin.

    Navenda Nûçeyan — Herdû sindoqên agahiyan ya balafira Airbûs A-321 ya rûsî ku li Misrê ket hatin dîtin. Wezîrê Ragihandinê yê Rûsyayê Maksîm Sokolov derbarê îdiayên ku balafira ketî DAIŞê avêt de daxuyanî da û got, bawerî bi van gotinan nayê kirin.

     

     

    Ji bo balafira ku li Misrê li Nîvgirava Sînayê tevlî 224 rêwî û mûretebat ket, îro li Rûsyayê şîn tê girtin. Balafira ku 224 kesan jiyana xwe ji dest da, di dîroka Rûsyayê de wekî qezaya herî mezin ket qeydiyan.

    Îdiaya ku ‘balafir DAIŞê avêt' nehat serast kirin

    Herêma ku balafir ketiye, hêrêma Artêşa Misrê ku li hemberî Ensar Beyt-ul Maqdîsê tekoşînê dide ye. Rêxistina Ensar Beyt-ul Maqdîs wekî baskê DAIŞê yê Misrê tê zanîn. Piştî bûyerê îdiayên ku balafir DAIŞê avêt ketin rojevê. Lê rayedarên Misrê û Rûsyayê ev îdia derewand in û gotin divê bawerî bi van gotin û nûçeyan neye.

     

    Bi heman mijarî:

    Navê Serokê HAKPARê Fehmî Demir hê jî di pûsileyan de ye
    SKANDAL- MHP: 'AKPê saet 01:15ê şevê dengên xwe bi kar anîn'
    Erdogan jî dengê xwe bi kar anî
    Kîjan serokî li kuderê denge xwe bi kar anî?
    Demîrtaş dengê xwe bi kar anî
    Etîketan:
    Rûsya, Maksîm Sokolov, Şerîf Îsmaîl, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de