02:21 18 Tebax 2017
Zindî
    Li Somaliyê teqîn

    Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 11 kuştî

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4901

    Li paytexta Somalî Mogadişuyê li otela ku rayedarên hikumet û dewletê lê bi cih bibûn êrişek bombeyi pêk hat.

    Navenda Nûçeyan — Li paytexta Somalî Mogadişuyê li otela ku rayedarên hikumet û dewletê lê bi cih bibûn êrişek bombeyi pêk hat. Di nava hêzên ewlehî êrişkeran de nêzî 3 seetan pevçûn domand. Li gorî ragihandina Reutersê di pevçûnê de herî kêm 11 kes hatin kuştin.

    Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên ewlehî hatine bidest xistin, di êrişê de karmendekî radyoya herêmî û xwediyê otele jî di nav de herî kêm 11 kes hatin kuştin, rayedarên hikumetê û kameramanê Reutersê jî di nav de gelek kes jî birîndar bûne.

    Pêşî êrişa xwekûjî pêk hat

    Serokê Şaredariya Mogadişu Mohamed Huseyin ji ajansa Associated Pressê re axivî û got, bûyera pêşî êrişa xwekûjekî bi wesayîteke tijî teqemenî xwe teqand û êrişkerên bi çekdar êrişî otele kirin. di êrişê de xwediyê otelê, generalekî kevn û çend berpirs hatin kuştin.

    Her wiha êrişa teqîna Somaliyê rêxistina terorê Eş-Şebab girte ser xwe. Malpera ‘Somalî Mimo' ku nêzî rêxistinê ye di nûçeya xwe de dibêje, ‘endamê me hinek rayedarên hikumet û dewletê kul ı otelê bûn hedef girtin' tê gotin.

    Berdevkê rêxistina Eş-Şebab Şeyh Abdiasis Ebu Musab ji ajansa Reutersê re ragihand, Mûcahîdên me otela Sahafî ku dijmin lê diman kontrola wê bidest xistine.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Parlamenterê HDPê: Hilbijartin di bin gefa tîmên taybet de ye!
    Ji HDPê û DBPê bangeke gelekî girîng
    Rewşa Şengalê ya dawîn
    Gerîlayekî di kemînê de jiyana xwe ji dest da
    30 hezar kurdên Tirkiyeyê ji bo hilbijartinan vegeriyan
    Etîketan:
    Eş-Şebab, Somalî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de