15:56 20 Îlon 2017
Zindî
    Li Erziromê erd hej

    Li Pakîstan û Efganîstanê bi şîdeta 7,7 erdhêj: 180 mirî û nezî 360 kes jî birîndar in

    © Foto: Flickr
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 369 0 0

    Li sînorê Pakîstan û Efxanîstanê bi şîdeta 7,7 erdhêj çêbû. Li gorî agahiyên pêşî herî kêm 40 kesî jiyana xwe ji dest dan û nezî 100 kesan jî birîndar hene.

    Navenda Nûçeyan — Li sînorê Pakîstan û Efxanîstanê bi şîdeta 7,7 erdhêj çêbû. Li gorî agahiyên pêşî herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên Navenda Lêkolîna Jeolojîk ya Amerîkayê navenda erdhejê li başûrê rojhilatê bajarê Feyzabada Efxanîstanê û 196 km di binê erdê de çêbûye.

    Hat ragihandin ji ber erdhejê li Pakîstanê herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û nezî 100 kesan jî birîndar hene.

    Erdhêj herî bi şîdet Kabîla paytextê Efxanîstan û li Îslamabada bajarê Pakîstanê hat hîskirin. Xelk di nav tirsê de xwe avêt kolanan, trafik xitimî û lig elek bajaran elektrîk qûtbû.

    Ji alîkî din ve erdhêj li Ozbekîstan û li Kazakîstanê jî hat hîskirin.

    Her wiha ajansa Reutersê hejmara miriyan 135 diyarkir, lê AFPê jî hejmara miriyan wekî 150 nîşanda.

    Ji alîkî din ve ajansa Associated Press hejmara miriyên dewletên başûrê Asyayê 180 nîşanda. Lê ji bo ku bi navenda erdhejê, bi Çiyayên Hindikuş re pêwêndî nayê danîn hê jî bi awayê raşi hejmara miriyan nayê zanîn.

     

     

     

     

    Etîketan:
    Efxanîstan, Pakîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de