23:11 20 Îlon 2017
Zindî
    Rûsya, Amerîka, Tirkîye û Erebîstan

    Di cıvîna Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Erebistana Siûdi de jibo Esad çi derket?

    © Foto: © Ministry of Foreign Affairs of the Russian Federation
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3812

    Civîna 4 alî ya navbera Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Erebistana Siûdiyeyê bê encam bi dawî hat. Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov piştî civînê got: "Gelê Sûriyeyê dê biryarê li ser paşeroja Esed bide."

    Navenda Nûçeyan — Îro 23ê Cotmehê wezîrên derve yên her 4 welatên Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Erebistana Siûdiyeyê derbarê çareserkirina kirîza Sûriyeyê de û gihîştin bi lihevkirinekê li ser vê mijarê li bajarê Viyenna ya paytextê Nemsayê civiyan.

    Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyeyê Adil El-Cubeyr piştî bidawîhatina civîna 4 alî di daxuyaniyeke rojnamevanî ragihand: "Di civîna Viyennayê de em derbarê çarenivîsa Esed de negihîştin ti helwesteke hevbeş."

    Adil El-Cubeyr herwiha got: "Lê belê em hemû li ser vê yekê xwediyê nêrînek hevbeş bûn ku gerek civînên derbarê kirîza Sûriyeyê de berdewam bin."

    Wezîrê Derve yê Rûsya Sergel Lavrov jî da xuyakirin: "Di civîna 4 alî de tekezî li ser yekparçebûna axa Sûriyeyê hat kirin û me daxwaz kir ku aliyên din ên wek Îran û Misir jî beşdarî di gotûbêjên çareserkirina kirîza Sûriyeyê de bikin."

    Derbarê çarenivîsa Serokê Sûriyeyê Beşar Esed de jî Lavrov got: "Gerek gelê Sûriyeyê bi xwe biryar li ser paşeroja Beşar Esed bidin."

    Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry jî destnîşan kir: "Civîna 4 alî encamek baş hebû û roja înê ya dahatî em dê careke din bo gotûbêjên derbarê kirîza Sûriyeyê de bicivin."

    Derbarê civîna 4 alî ya li Viyennayê de, Wezîrê Lihevhatina Niştîmanî ya Sûriyeyê Elî Heyder jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: "Di civîna navbera Rûsya, Amerîka, Siûdiyeyê û Tikriyeyê de daxwaz hatiye kirin, piştgîriyên bo rêxistinên tundrew li Sûriyeyê werin rawestandin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rûsya û Ûrdûn li Sûriyeyê wê bi kordîne bixebitin
    Rûsya: Meaşê ku DAIŞ dide 2 caran li yê Taliban e
    Kanada helwesta xwe li hemberî Rûsyayê nerm dike
    Rûsyayê piştevaniyê ya çekdarên DAIŞê da birîn
    Rûsya: 'Di operasyonên li Sûriyê de 819 hedefên DAIŞê hatin îmhakirin'
    Rûsya: 'Di nava 24 seetan de me li 72 hedefên DAIŞê da'
    Etîketan:
    Esad, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de