17:41 23 Îlon 2017
Zindî
    kurdistan

    Amerîkî li ser serxwebûna Kurdistanê nîqaşan dikin

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 117 0 0

    Di konferansekê de hejmarek kesayetên navdar, pispor û akademisyenên Amerîkî mijara Kurdistana serbixwe xistine rojevê.

    Navenda Nûçeyan — Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka di raporekê de ragihand û cih da civîna hejmarek kesayetî, pispor û akademîsyenên amerîkî ya derbarê serxwebûna Kurdistanê.

    Rêveberê Bernameya Aştî û Mafan li Zankoya Kolombiya Davîd L. Philips radigihîne ku hemû deman li navçeyên kurdan û Kurdistanê qeyran hebûye, lê vê carê kurd bixwe xwe dikin qurbana berjewendiyên xwe yên neteweyî.

    Philips dibêje kurd xwedî dewlemendiyên jêrerd û jorerd in; ev jî dibe faktorek bi hêz bo serxwebûna Kurdistanê.

    Berdevkê berê yê Serokê Amerîkayê Nancy Soderberg jî dibêje ku careke din Iraq venagere dema berê û nabe yek parçe.

    Soderberg dibêje: ‘Ya ku dikeve ser milê civaka navneteweyî wisa bikin ku herêma Kurdistanê ber bi serxwebûnê pêngavan biavêje.

     

     

    Bi heman mijarî:

    KURDISTAN - Pêşmerge tevlî operasyona Mûsilê dibe
    Amerîka: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzaniye
    PSKê û PAK li ser rojeva Kurdistanê civiyan
    Arkeolog li Sîdekanê ji bo dîrok û ekolojiya Kurdistanê lêkolînan dikin
    Hikumeta Iraqê, budçeya Kurdistanê ya 2016an diyar kir
    Kurdistan: Temsîla cihûyan qebûl kir
    Etîketan:
    Kurdistan, Nancy Soderberg, Davîd L. Philips, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de