11:48 21 Îlon 2017
Zindî
    Zivistan

    Di deh salên dawîn de zivistana herî xedar

    © REUTERS/ / Michal Lepecki
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1010

    Li gorî raportan rewşa hewaya zivistana îsal, cihan di deh salên dawîn de wê rastî zivistana herî xedar bê.

    Navenda Nûçeyan — Meterologên navdar destnîşan dikin ku, di meha rêbendan û sibatê de barîna berfê dê zêdetir be.

    Li herêmên cuda yên dinyayê germbûna avên okyanûsan û barîna berfê dibe sedema, bahoz, lehî, hêlan, hişkesaliyê û ev jî bûyera xwezayî ya El Nînoyê zêde dike.

    Ajansa Atmosferî ya Okyanûsa Neteweyî ya Amerîkayê diyar kir ku, li gorî germbûna avên okyanûsan hişyariya zivistaneke xedar kir.

    Ajansê hişyariya qiyasa salên 1997 û 98ê kir û got, zivistaneke dijwar û xedar li pêşiya me ye. Dibe ev bibe sedema lehî, hêlan û felaketên mezin.

    Meterologên Brîtanî yên pispor jî ragihandin ku, îsal li Amerîkayê û li bakûrê Ewropayê zivistan dê gelekî bi dijwarî derbas bibe.

    Bi heman mijarî:

    Li cihanê bajarên herî biha kifş bûn
    Li gelek cihan girtin û binçavkirin
    Rûsya, li cihanê hêza duyem e
    Zarokê kurd di rojeva cihanê de ye!
    Etîketan:
    Amerika, Cihan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de