Navenda Nûçeyan — Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Amerîka dê di alîkarîkirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de berdewam be.
John Kirby di civîneke rojnamevaniyê de li ser fikarên Tirkiyê yên li hember çekdarkirin û alîkariya YPGê axivî û ragihand ku, di vê mijarê de hevdîtin bi Tirkiyê re didomin û ew fikarên Tirkiyê jî fêm dikin.
John Kirby diyar kir ku nabe şerê girîng yê Amerîka û endamên din yên hevpeymaniyê li dijî DAIŞê were jibîrkirin û got, ‘em fikarên Tirkiyê fêm dikin lê em ê bi awayekî guncaw, alîkariya wan hêzên ku li Sûriyê di şerê DAIŞê de rolek girîng dilîzin, bikin û li ser vê yekê jî berdewam bin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê ku gotibû "Alîkariyên ku ji bo PYD û PKKê bên kirin, li dijî Tirkiyê tên kirin" jî ragihand, wan ew gotina Davûtoglu nebihîstine.
Çend roj berê Amerîkayê 50 ton çek û cebilxane dabû YPG û hêzên din ên dijbereya Sûriyê ku xwe wek "Hêzên Demokratîk ên Sûriyê" organîze kirine.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)