02:16 18 Tebax 2017
Zindî
    Ala Kurdî

    Tîma futbolê ya kurdan dîrok tomar kir

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5201

    Tîma fitbolê Dalkurd a kurdên li Swêdê ava kirin, di lîga yekemîn de bi serkeft û derbasî Lîga Super a Swêdê bû.

    Swêd — Dalkurd FF di heyama 10 salan de li Swêde 6 lîg derbas kir û bi sernekeftinên xwe nav da.

    Tîma fitbolê Dalkurd ku di sala 2004an de muxtarê Girêmira yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Ramazan Kizil ligel çend hevalên xwe ava kirî ne, duh tîma swêdî Umea 2-0 têkbir û ji lîga yekemîn derbasî Lîga Sûperê bû.

    Dalkurd li Dalarnayê hatiye avakirin û piraniya lîstikvanên wê ji gundê Girêmira ne.

    Herwiha çend lîstikvanên wê jixeynî Bakurê Kurdistanê ji sê parçeyên din ê Kurdistanê hene û rahinerê wê jî Andrea Brannstrom e.

    Etîketan:
    ff, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de