15:11 25 Hezîran 2018
Lêşkêren Birîtanya

Biritanya leşkeran dişîne welatên Baltikê

© Foto : © AFP 2015/ Carl Court
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî rojnameya Financial Timesê (FT) Biritanya amadekariyan dike ku leşkeran bişîne welatên Baltîkê.

Moskow — Piştî Amerîka û Almayayê, Biritanya jî leşkeran dişîne welatên Baltikê. Armanca wan jî ew e ku sînorê bakur ê NATOyê bidin xurtkirin û qaşo êrişê Rûsyayê bidin sekinandin.

Li gorî nûçeyê hikûmeta Londonê planekê amade dike ku demeke pir zêde li herêma welatên Baltikê bisekine. Dîsa li gorî nûçeyê dewleta Biritanyayê dê nezî 100 leşkerî bişîne wir.

Herwiha nûçeya rojnameya Financial Timesê dibêje ku Wezîrê Parastinê yê Biritanyayê Michael Fallon, ji bo ku leşkerên xwe bişîne welatên Baltikê li heviya civîna Brûkselê ye.

Fallon îma kir ku 75 leşkerên Biritanyayê perwerdehiya taybet didin 1600 leşkerên Ukranyayê.

Bi heman mijarî:

Di navbera Rûsya û Amerîkayê de ‘ji bo kurdan kîjan siyaset' pêwist e? (BEŞA YEKEM)
Burkan El Firat: 'Nûçeya Spûtnîkê rast e, em ji Rûsyayê destekê dixwazin'
Rûsya: DAIŞ, li Efxanîstanê hemwelatiyên rûsî perwerde dike
Washington: 'Herêma ji firînê re qedexekirî, egera pevçûna Rûsya û Amerîkayê'
Artêşa Sûriyeyê, bi piştgiriya Rûsyayê bi dest operasyona bejayî kir
PÊŞMERGE - Roketên Rûsyayê li ser Kurdistanê re derbas bûn an na?
Etîketan:
NATO, Michael Fallon, Birîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de