02:47 13 Kanûn 2017
Zindî
    Balafira F-16

    Çapemeniyê nîhayet ji alîyê leşkerîya DYAyê ve bombebarankirina objeyên sivîl bi bîr anî

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Barack Obama ji seroka rêxistina `Bijîşkên Bêsînor` û serokê Afganistanê lêborîna fermî xwest.

    Serokê DYAyê Barack Obama ji seroka rêxistina 'Bijîjkên Bêsînor' Dr. Joanne Liu û ji serokê Afganistanê Eşref Ganî ji ber lêdana nexweşxaneya li Kûndûzê lêborîna fermî xwest.

    Em bi bîr bînin ku roja 3yê Cotmehê di encama êrişa balafirên amerîkî ya li ser nexweşxaneya 'Bijîşkên Bêsînor' a bajarê Kûndûzê de, xebatkarên rêxistina 'Bijîşkên Bêsînor' jî di nav de, 22 kesan jîyanên xwe ji dest dan. Fermandariya leşkerî ya DYAyê li xwe mukur hat ku êriş ji alîyê balafirên wan ve hatiye pêkanîn, lê çalakîya xwe bi wê yekê ve mafdar derxistin ku li nexweşxaneyê barêgeha Talîbanê hebûye.

    Ew ne bûyera yekemîn e ku DYA şaşitîyên bi wî awayî dike. Weşana The Intersert êrişên DYAyê yên li ser objeyên sivîl ên berê bi bîr anî:

    Kargeha xurdemenîya zarokan, Iraq, sala 1991an

    Di roja 7emîn a operasyona 'Bahoza Çolê' de koalîsyona bi serkêşiya DYAyê li kargeha xurdemeniya zarokan a li rex Bexdayê xist. Bihaneya amerîkiyan ew bû ku di wê kargehê de çekên bakterîolojîk dihatin hilberandin. Lêpirsîna CIAyê paşê derxiste holê ku kargehê xurdemenîya zarokan hildiberand.

    Kargeha dermansazîyê, Sûdan, sala 1998an

    Piştî êrişên El Qaîdeyê yên li ser balyozxaneyên DYAyê yên li Kenya û Tanzanyayê, serokê DYAyê Bill Clinton ferman dabû ku kargeha dermansaziyê ya li El Şerîfa Sûdanê bi roketên bi bask ve bête lêdan. Li gorî amerîkiyan, ew kargeh wekî navenda hilberandina çekên kimyayî yên ji bo terorîstan dihate bikaranîn.

    Lê, rêvebiriya Clinton nikarîbû tu delîlê raber bike ku ew kargeh di bin kontrola El Qaîdeyê de ye. Kargehê 90 cureyên dermanan li Sûdanê hildiberand. Di encamê de ji ber tunebûna dermanan, bi deh hezaran kesî ji ber nexweşiyên lerzeta, tuberkuloz û yên din jîyanên xwe ji dest dan.

    Êrişa li ser trênê, Sirbistan, sala 1999an

    Di encama operasyonên hêzên NATOyê de balafira amerîkî F-15 du roket berdan trênê. Di encama êrişê de 14 kesên sivîl jîyanên xwe ji dest dan. Amerîkiyan xwe bi wê yekê mafdar derxistin, ku trên gelekî bi lez diçû û ewqas wext tunebû, ku pîlotên balafirê rewşê kontrol bikin. Rojnameya almanî Frankfurter Rundschauyê paşê derxiste holê, ku leza trênê ya di vîdyoyê de bi sê caran ve hatiye zêdekirin.

    Êrişa li ser radyo û televîzyonê, Sirbistan, sala 1999an

    Di encama bombebarana NATOyê ya li ser Belgradê de 16 xebatkarên televîzyonê jiyanên xwe ji dest dan. Serokê DYAyê Bill Clinton ragihand ku bi zanebûn piştgirî da biryara wê êrişê.

    Êrişa li ser balyozxaneya Çînê, Belgrad, sala 1999an

    Di dema bombebarankirina Yugoslavyayê de, DYAyê bi tesadufî êrişî balyozxaneya Çînê ya li Belgradê kir. Di encamê de 3 xebatkarên balyozxaneyê jîyanên xwe ji dest dan û li dora 20 kesan jî birîndar bûn. Rayedarên amerîkî ragihandin ku xeletî ji ber nexşeya kevn pêk hatiye.

    Kompleksa Xaça Sor, Kabul, sala 2001an

    Di destpêka mudaxaleya li Afganistanê ya sala 2001an, DYAyê Nûnertiya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor a li Kabulê bombebaran kir.

    Ofîsa telekanala El Cezîreyê, Kabul, sala 2001an

    Çend hefteyan piştî êrişa li ser Nûnertiya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, DYAyê buroya telekanala El-Cezîre û nûnertiya BBCyê ya li kêlekê bombebaran kir.

    Buroya El Cezîreyê, Bexda, sala 2003an

    Di destpêka şerê Iraqê yê sala 2003yan de Hêzên Hewayî yên Amerîkî Nûnertîya El Cezîreyê ya li Bexdayê bombebaran kirin.

    Otêla 'Filîstîn', Bexda, sala 2003an

    Tankên amerîkî qatê 15emîn ê otêla 'Filîstîn' a li Bexdayê ya rojnamevanên biyanî lê diman gulebaran kir. Di encamê de wênekêşê buroya Reutersê û operatorê telekanala spanî Telecincoyê jîyanên xwe ji dest dan.

    Bi heman mijarî:

    DYA: Tekoşîna Tirkiyê ya li dijî DAIŞ’ê ne bes e, divê zêdetir bike
    DYA: Em ligel PKK’ê hevdîtnan nakin
    DYA: Armanca me piştgiriya hêzên dijberên DAIŞ’ê yên li Suriye’yê ne
    DYA: Me divê PKK ji nûve dest bi danûstandinan bike
    Bogdanov: şêwrên derbarê Sûriyê dibe ku bi beşdariya DYA, Rûsya û NY lidarkevin
    Serokê Kirgizistanê: DYA dixwaze rewşa welêt tevlêhevbike
    DYA di guhartina rejîma Kûbayê de berjewendîdar e
    Etîketan:
    Nexweşxaneya Kunduzê, sîvîl, êriş, El Qaîde, Taliban, Rêxistina Bijîjkên Bêsînor (MSF), Dr. Joanne Liu, Eşref Ganî, Bill Clinton, Barack Obama, Iraq, Sûdan, Sirbistan, Çîn, Tanzanya, Kenya, Afganîstan, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de