04:48 22 Mijdar 2017
Zindî
    Koçber Macar

    Albûma wênekêşê Macarî ya koçberan li hemu dinyayê hat rexnekirin.

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Wênekêşê modayê yê Macar Norbert Baksa albûmeke bi navê ‘Koçber' weşand. Di albûmê de modelan bi kincên diriyayî rola koçberan lîst. Lê gelek şopiner û xwendekarên kovarê bertek nîşan dan û gotin ev kar ‘karekî bê exlaqî ye' û xelet e.

    Navenda Nûçeyan — Di wêneyê da modela navdar Monika Jablonczky bi cilên diriyayî, li nêzîkê sînorê û li ber têlan rola koçberan dilîze. Di wêneyên din de jî polêsek bi çek, êrişê dibe ser modela navdar û dike ku wê dersînor bike.

    Li ser gelek rexneyan jî wênekêşê macarî karê xwe parast û got ‘min ev wêne kêşan ku bala dinyayê bêtir bikêşim ser rewşa koçberan.' Wênekêş Baksa, li gorî peyama wî dixwest bi wî awayî alîkariyê bide koçberan.

    Koçber macar
    © Foto: Twitter
    Koçber macar

    Daxûyaniya wênekêş Baksa pêşiya rexnan ne girt û di Facebook, Twitter û İnstargamê da bi hezaran kesan nerazîbûna xwe nîşan dan û xwestin ku proje bê betal kirin.

    Pêşiya bi hezaran koçberên ku ji Rojhilata Navîn reviyabûn li ber deriyên sînorê Macarîstanê hatibû birîn. Koçber nêzîkî mehekê li benda destura dewletên Ewropayê bibûn.

    Etîketan:
    Twitter, Facebook, Monika Jablonczky, macarîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de