06:28 13 Kanûn 2017
Zindî
    Koalîsyona dijê DAIŞê

    PÊŞMERGE - Roketên Rûsyayê li ser Kurdistanê re derbas bûn an na?

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Wezareta Pêşmerge helwesta xwe ya derbarê derbasbûna roketên Rûsyayê bi ser esmanê başûrê Kurdistanê de eşkere kir.

    Navenda Nûçeyan — Piştî ku îro 7ê Cotmehê hat ragihandin, çend roketên dûravêj ên Rûsyayê bi ser esmanê başûrê Kurdistanê re derbas bûn û li Sûriyayê li navendên çekdarên DAIŞê ketin, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê derbarê wê yekê de daxuyanî da.

    Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: 'Me sîstema radar a leşkerî nîn e, da ku em bizanin bê ka çi bi ser esmanê Herêma Kurdistanê de derbas dibe, gelo balafira şer e, yan balafira sivîl e, yan balafira bêpîlot an jî roket e. Em nizanin ji ku derê hatiye û dê ber bi ku derê ve jî biçe.'

    Cebar Yawer got: "Em nikarin piştrast bikin, ku ew roket an balafir yên Rûsyayê ne yan jî na.'

    Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoikov di daxuyaniyekê de ragihand, 4 gemiyên şer ên Rûsyayê 21 roketên dûravêj avêtin binke û baregehên DAIŞê yên li Sûriyayê.

    Di medyayên civakî de jî hinek wêne û vîdyoyên çend roketan hatine belav kirin, ku welatiyên başûrê Kurdistanê bi kamêrayên asayî tomar kirine û ji beşek ji wan wêne û vîdyoyan jî ji tora medyayê re hatine şandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Me ji Deryaya Xezerê li DAIŞê da
    Îraq: ‘Dibe ku em ji Rûsyayê daxwaza operasyonê bikin'
    Tirkiye: Grûba hevkarî ya bi Rûsyayê re ne di rojevê de ye
    Davutoglu: 'Krîza Sûriyeyê, ne krîza Tirkiye û Rûsyayê ye'
    Konaşenkov: 'Rûsya, Tirkiye û Amerîka dikarin ji bo Sûriyeyê rûnin masê'
    FLAŞ - HDP: ‘Politîkayên AKPê yên li dijî Rûsyayê ji bo rehetkirina DAIŞê ye'
    Etîketan:
    Pêşmerge, DAIŞ, Cebar Yawer, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de