04:44 22 Mijdar 2017
Zindî
    A car crosses the German-Danish border at Krusaa, Denmark (Foto vom 24.06.11)

    Danîmarkê: "Ji Pêşmerge re erê, ji PKK re na"

    © AP Photo/ Heribert Proepper/AP/dapd
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9703

    Wezîrê Derveyê Danîmarkê Christian Jensen di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de ragihand: "Em çek didin pêşmerge nadin PKKê."

    Navenda Nûçeyan — Christian Jensen herwiha got, PKK şaşîtiyê dike ku li dijî Tirkiyeyê şer radigihîne, ji ber ku dibe sedem ku civaka navdewletî nekare li dijî bombebaranên Artêşa Tirkiyeyê li dijî kampên PKKê bertekan nîşan bide.

    Wezîrê Derve yê Danîmarkê Christian Jense ku dixwaze di van demên nêzîk de hevdîtinê bi çend serkirdeyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re pêk bîne, dibêje, ew dê daxwaz ji wan bike hemû êrişên terorîstî şermezar bikin, ligel êrişên PKKê jî.

    Derbarê xwasteka Herêma Kurdistanê bo serxwebûnê û cudabûn ji Iraqê de, Jensen got: "Ez di wê baweriyê de me parçebûna Iraqê bûye defakto."

    Herwiha derbarê çûna welatiyên ewropî bo nav refên çekdarên rêxistina DAIŞê li Iraqê û Sûriyeyê de jî, Jensen dibêje, ti çareseriyek nîne bo rêgirtin ji wê hejmara zêde ya welatiyên ewropî ku diçin Sûriyeyê û Iraqê bo şerkirin mil bi mile çekdarên DAIŞê, lê belê em dest li ser dest nadanin û naseknin. 

    Hikûmeta Danîmarkê dest bi kampaniyeke berfireh di rojnameyên welatên Rojhilata Navîn de kiriye daku koçberan ji wê yekê bêhêvî bike ku berê xwe bidin wî welatî.

    Bi heman mijarî:

    PKK: 'Erdogan bi Ergenekonê re li hev kir û bi kurdan re dest bi şer kir'
    Li Mêrdînê di navbera hêzên PKK û tirk de şer: 6 birîndar û kuştiyek
    HDP: ‘PKK me temsîl nake'
    Kiliçdaroglu: PKK û Erdogan nahêlin HDP ser bi keve
    FLAŞ - Parlamenterê HDPê: 'PKK ji agirbesteke xurt re amade ye'
    Gelo PKK dê mîlîtanên PYDê derbasî Tirkiyayê bike?
    AMED - Partiyên kurdistanî: "Tirkiye û PKK divê dev ji êrîşan berde"
    PDK: Divê PKK rê bide HDPê
    Etîketan:
    PKK, Christian Jense, Danîmarkê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de