05:02 24 Mijdar 2017
Zindî
    Seddam Hiseyn û İzzat el Durî

    Beasiyan îtîraf bi Kurdistanê dikir; lêbelê...

    © AFP 2017/ arşiv
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Li Iraqê Beasî û hikumet li hemberî DAIŞê hevdîtinan dikin

    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Navenda Nûçeyan — Rojnameya Independent ya Brîtanî îdia kir ku, li Iraqê Beasî û hikûmet li hemberî DAIŞê hevdîtinên veşartî dikin.

    Li gorî BBCî ya Tirkî jî, hikûmeta Iraqê li hemberî DAIŞê ji bo komên çekdar ên sunî bikşîne aliyên xwe bi wan re hevdîtinan dike.

    Rojnameya Independentê di nûçeya xwe de got: 'Kesê ku di hevdîtinan de teref û nexwest navê xwe eşkere bike dibêje, civîna me ya pêşî li Dohayê li paytextê Qatarê û ya duyem jî piştî du hefteyan li Tanzanyayê çêbû.'

    Amerîka û NY qasidiya hevdîtinan dikin

    Independent, wêneyên civîna Tanzanyayê dîtin. Di wêneyan de serokên şiî yên Iraqê, berpirsên hikûmetê, nûnerên dewletên rojavayî û afrîkayê jî hebûn. Amerîka û NY jî qasidiya hevdîtinan dikin.

    Civîn gelekî bi erênî derbas bû û ev cara yekem e ku nûnerên rejîma Beasê di pêşeroja Iraqê de statuya Herêma Kurdistanê wekî xweser qebûl kirine.

    Ji 9 grûbên sunî yên tev li civînê bûne, hinek grûbên di girtina Mûsilê yên ku arikariya DAIŞê jî kiribûn hebûn. Nûnerên grûbên sunî naxwazin milîsên şiî tev li operasyona Mûsilê bibin.

    Her wiha nûnerên sunî hevî dikin ku piştî hevdîtinan di hikumetê de cih ji bo wan bê dayîn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Îran: ‘Em naxwazin Herêma Kurdistanê ji Iraqê cuda bibe.'
    DAIŞê Iraqê eriş kir: 23 kuştî, 68 birîndar hene
    Barzanî: Rewşa Iraqê garantiyê nade serxwebûna Kurdistanê
    Êriş li dijî Wezîrê Parastinê yê Iraqê
    Li Iraqê di meha Tebaxê de 3 hezar kes bûne qurbanî
    Etîketan:
    Iraq, NY, Amerika, Cihan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de