20:04 14 Kanûn 2017
Zindî
    Angela Merkel

    Almanya: 'Heta tirk bi kurdan re şer bikin ‘herêma ewlehiyê nabe'

    © AP Photo/ Gero Breloer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Seroka Almanyayê Angela Merkel diyar kir ku ew pêşniyara Tirkiyayê ya li bakurê Sûriyayê avakirina ‘herêma ewlehiyê' wekî feraseteke baş nabînin.

    Navenda Nûçeyan — Merkel derbarê pêşniyara Tirkiyayê ya li bakurê Sûriyayê avakirina ‘herêma ewlehiyê' de axivî.

    Merkel got: ‘Ji ber ku tirk bi kurdan re şer dikin ev tişt niha ne mimkûn e. Herwiha heke ‘herêma ewlehiyê' bête avakirin jî divê ji bo ewlehiya sivîlan garantî were dayîn.

    Merkel diyar kir ku ‘herêma ewlehiyê' ji bo sînorên Tirkiyayê divê pêwist bê dîtin; lêbelê divê rewşa sed hezaran welatiyên sûrî were nîqaşkirin û pirsgirêka ewlehiya wan were çareserkirin.

    Merkel dawiya axaftina xwe de got: ‘Dibe ku tiştek wiha bê qebûlkirin; lê ji ber ku tirk bi kurdan re şer dikin, niha ev ne mimkûn e.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn, Merkel, Poroşenko û Hollande li ser Ûkraynayê axivîn
    Merkel: Em dest ji Rûsyayê venakişînin, lê tedbîrên li hemberî Rûsyayê jî rast dibînin
    Eksper: Angela Merkel sîyasetmedara herî zêde tê pirolekirin e
    Wikileaks: Saloxgêriya Amerîkayê li Merkel û hikumeta Almanyayê guhdarî dikir
    Merkel ragihand ku rewşa li Qirmê yek ji problêmên herî zehmet li cîhanê ye
    Merkel: Me jibo jinavbirina terorê alîkariya Kurdan kiriye
    Angela Merkel di navenda skandala cesûsî de ye
    Etîketan:
    Angela Merkel, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de