11:15 21 Mijdar 2017
Zindî
    Vladimir Putin

    Putin: "Li Sûriyeyê kurd bi awayekî wêrekî li dijî DAIŞê şer dikin"

    © AFP 2017/ DON EMMERT
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7110

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin piştî 10 salan li 70. Civîna Lijneya Giştî yê Neteweyên Yekbûyî de axivî û li serokên dewlatan bang kir.

    Di seet 19:00 de axavtina Putin destpêkir.

    19:14 HEYETA ÛKRAYNAYÊ TERKA SALONÊ KIR


    Dema Putin bang li NYê dikir heyeta Ûkraynayê terka salonê kir.

    19:17 'ŞOREŞÊN ‘DEMOKRATÎK' BERDEWAM DIKIN'
    Tu dewleteke nikare ji ya din re modeleke pêşveçûnê pozber bike. Şoreşên ‘Demokratik' berdewam dike. Kes ji xetayên xwe îbretê nagire.

    19:20 'EWIL MUHALÎFÊN SÛRÎ PERWERDE DIKIN LÊ EW PAŞÊ DERBASÎ HÊLA DAIŞÊ DIBIN'
    Putin diyar kir ku berpirsê kirîza Surî, ew kesên piştgiriyê dide wan in.

    19:22 'Lİ SÛRÊ JI BILÎ HIKUMETA ESAD Û KURDAN TU KES BI AWAYEKÎ RASTÎ BI DAIŞ RE TÊKOŞÎNÊ NAKE'

    Rûsya her dem bi awayekî zelal li hember terorîzmê sekinî. Niha jî piştgirî dide dewletên Îraq û Sûrî. Ji ber ku ev dewletana li hemberî terorîzmê têdikoşin. Xeta ye ku em bi hêzên Sûrî re hereket nekin. Li Sûrê ji bilî hikumeta Esad û Kurdan tu kes bi awayekî rastî bi DAIŞ re têkoşînê nake.

    19:23 ‘Lİ HEMBERÎ REJÎMÊN NEDIXWESTIN DE DAIŞÊ WEK ÇEKEKÎ BIKAR ANÎN'
    DAIŞ cihê tu tuneyî derneket holê. DAIŞê wek çekekî li hemberî rejimên nedixwestin bi kar anîn. DAIŞ ne tenê tehdîd e her wiha ew ola Îslamê jî qirêj dike. Çawa ku me berê li hemberî Hitler bi awayeke hevgirtî têkoşînê kir divê niha jî koalîsyoneke navnetewî bête avabikin

    19:37 BANGA ‘YEKITIYÊ'
    Putin dawiya axavtina xwe de got: ‘Ez pê bawer im ku em bi awakî yekgirtî tevbigerin em dê dinyayê de îstikrareke acabikin.'

    19:48 ‘PEYMANA MINSKÊ GELEK GIRÎNG E'

    Putin diyar kir ku ji bo li Ûkraynayê aştî bête avakirin, divê herkes bi ser Peymana Minskê bise

    Bi heman mijarî:

    Putin: Amadene ligel Esed kar bikin
    Obama: Ji bo kirîza Sûriyê Amerîka, amadeye hevkariyê li gel Rûsya û Îranê bike
    Rûsya banga hevdîtinên ser Sûrîyê dike
    Etîketan:
    NY, Vladimir Putin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de