03:34 21 Mijdar 2017
Zindî
    Barak Obama û Recep Teyîp Erdogan

    Enstîtûya Washîngtonê: ‘Amerîkayê baweriya xwe ya bi Tirkiyayê winda kir'

    © AP Photo/ Charles Dharapak
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Saziya Fikrî ya Amerîkayê di gotareke kovara Enstîtûya Washîngtonê de got, ‘ Amerîka, Tirkiyeyê hevalbendekî bibawer nabîne.'

    Navenda Nûçeyan — Di gotarê de tê destnîşankirin ku, ‘ di sala 2002an de Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê dostê Tirkiyeyê yê herî nêz bû. Li hemberî vê Pentagonê jî Tirkiye wekî hevalbendekî xwe yê nêz didît. Lê li gorî ku îro tê xuyakirin, Pentagon hevalbendiya

    Tirkiyeyê erê nake û sedema vê jî ev e ku Tirkiyeyê rola xwe ya NATOyê guherand.'

    John Kirby
    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Di berdewamiya gotarê de behsa helwesta Tirkiyeyê ya şerê Iraqê dike û dibêje, ‘ rêvebiriya Tirkiyeyê, di 2003an de bi redkirina şerê Iraqê têkiliyên xwe û Amerîkayê xerakirin. Li gorî gelek analîstan têkiliyên Enqere û Washîngtonê wê demê perçe bûn. Lê piştî vê, Tirkiyeyê 10 salan li Iraq û Efxanîstanê li hemberî El Qaîdeyê bi awayek aktif piştgirî da artêşa Amerîkayê. Amerîkayê jî li hemberî vê, piştgiriya îstîxbaratê da Tirkiyeyê.'

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Emîrê DAIŞê Ebûbekir El-Turkmanî hat kuştin
    Amerîka: Kurdistan bi serbestî dikare petrola xwe bifroşe
    Amerîka: 'Rûsyayê 28 balafirên şer şandine Sûriyayê'
    Amerîka: ‘Em YPGê wekî terorîst nabînin'
    Etîketan:
    Amerîka, NATO, Cihan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de