04:31 22 Mijdar 2017
Zindî
    Helepçe

    Kurdan rekora gelên herî zilmdîtî şikand

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16810

    Malpera navdar ya Amerîkayê Metro Jacksonville di raporteke xwe de diyar dike ku şêniya kurdan digihîje 41 milyonî û rexne li civaka navnetewî digre ku heta niha guh nedaye daxwazên vê netewê ku bo xwe dewletekê ava bikin.

    Navenda nûçeyan-Metro Jacksonville ya Amerîkayê hewl daye wê yekê ku li her çar perçeyên Kurdistanê û li deverên din ên cihanê amarên rast ên derbarê Kurdisanê de kom bike.

    Malper di raporta xwe de behsa netewa Kurd dike û dibêje ku li gor amarên 70 çavkaniyên cûda, gehiştine wê encamê ku şêniya kurdan di tevahiya cîhanê de 41 milyon kes in.

    -Qada Azadiyê - Tehran - Îran
    © AP Photo/ / Ebrahim Noroozi
    Herwiha di raportê de tê gotin ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye heta niha jî xaka Kurdistanê dagirkirine, bi rêya hikûmetên navendî dest danîne ser serwet û samanên Kurdistanê.

    Di raportê de tê gotin ku tu netewek nîne di cîhanê de weke kurdan xirabî û zûlm lê hatibe kirin. Enqere û Bexdayê di demên borî de jî xwe ji kuştin û malwênraniya kurdan nedane paş. Malper dibêje di vê dawiyê de jî DAIŞ derketiye û ew nexşeya ku dagirkeran li hember kurdan kêşabûn, temam kir.

    Metro Jacksonville dibêje tu netewek nîne di cihan de ku weke Kurdan hatibin bişavtin.

    Di raportê de rexneyek tund li rêveberiya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê tê girtin û tê gotin ku weke "robot" li gel kurdan danûstandin tê kirin û di şerê li dijî DAIŞ'ê de bikartîne lê mafê serxwebûna kurdan pişt guh dike.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Kurdistanê, serdana Patrîkê Asûriyan kir
    Serokê Katalonyayê Mas: 'Serxwebûna me qebûl bikin'
    Li Tetwanê teqîn: 20 leşker birîndar in
    Li Bismilê zarokek 9 salî hat kuştin
    Etîketan:
    Metro Jacksonville, Cihan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de