17:58 23 Mijdar 2017
Zindî
    Hilbijartinên Katalanya

    Serokê Katalonyayê Mas: 'Serxwebûna me qebûl bikin'

    © AP Photo/ Manu Fernandez
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Li Herêma Katalonyayê ya Spanyayê hilbijartinên giştî yên parlamentoyê duhî hatin lidarxisitin.

    Navenda nûçeyan-Li gorî encama rapirsiya piştî dengdanê, alîgirên serxwebûnê yên her du partiyên Hevpeymaniya Junts Pel Sî û Yekîtiya Gel (CUP) ku ne di nav hepeymaniyê de û alîgirê sexwebûnê ne, 72 parlamenter derxistin.

    Di Parlamentoya Katalonyayê de 135 parlamenter hene û li gorî wê encama Junts Pel Sî 62, Yekîtiya Gel (CUP) 10 parlamenter deranîn.

    Partiya Sosyalîst a Katalonyayê (PSC) ku li dijî serxwebûnê ye 16, Catalunya Sî Que Es Pot ku ew jî li dijî serxwebûnê ye 11, Partiya Gel a Katalonyayê (PPC) 11 parlamenter deranîn.

    Herwiha hat dîtin ku CUPê parlamenterê xwe li gorî texmînan zêde kiriye.

    Herêma Katalonyayê herêma herî zengîn a Spanyayê ye û di parlamentoya wê de 135 parlamenter hene û nifûsa wê jî nêzîkî 7 milyon 500 hezar kes ye.

    Partiyên siyasî yên Katalonyayê ji bo ragihandina serxwebûnê bûne du alî. Aliyek dixwaze serxwebûn were ragihandin û ji Spanyayê cuda bibin û aliyek jî dixwaze girêdayê Spanyayê bimînin.

    Bi heman mijarî:

    Gelo mumkin e ku hilbijartin di rewşa awarte de pêk werin?
    Pûtîn derbarê hetîketiya di FIFA de: Amerîka hewldide jibo Blatter dîsa neyê hilbijartin
    Sebrî Ozdemîr: `Hilbijartin çiqas nêz dibe, qirêjiya AKP bêhtir derdikeve holê`
    Etîketan:
    PPC, CUP, PSC, Mas, Spanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de