04:45 23 Mijdar 2017
Zindî
    katalan û kurdistan

    ANALÎZA ROJEVÊ - 'Di dîlana Katalonyayê de mizgînî ji bo Kurdistanê'

    © Foto: fecebook
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 80 0 0

    Serxwebûna Katalonyayê mizgîniyeke ji Kurdistanê ye jî; lê kurd beş bi beş in û kîjan parçe bi riya refrandûmê bigihêje azadiya xwe, divê bibe endamê Neteweyên Yekbûyî û bi ser vê rêxistinê re daxwaza azadiya parçeyên din bike.

    Îro herêma xweser a Katalonyayê ya li rojhilatê Spanyayê dikeve hilbijartinên parlementoyê. 5 milyon û nîv hilbijêr ji saet 09:00an (10:00 bi dema Kurdistanê) heta 20:00 (21:00 bi dema Kurdistanê) dê dengên xwe bi kar bînin.

    Gelheya Katalonyayê der û dora 7.5 milyonî ye û di nav 5 salan de ev cara sêyem e ku diçe hilbijartinan.

    Tevgera Junts pel Si (Erê ji bo Azadiyê) demên dawîn li Barcelonayê mîtîngeke giran pêk anî bû û hevalbendên xwe gazî serxwebûnê kiribû.
    Çapemeniya Spanyayê ji ber daxwaza serxwebûnê vê hilbijartina parlamentoya xweser wekî ‘hilbijartina hera girîng a dîroka demokrasiyê'  dinirxîne.

    Di vê hilbijartinê de 2 partiyên serxwebûnxwaz hêzên xwe gihandine hev û dixwazin herî kêm 68 parlementeran bi dest bixînin. Heke ji 135 parlemnterên meclisê 68 kes ji ‘Tevgera Erê ji bo Azadiyê' bin ew dê bikaribin bi awayekî yekalî serxwebûna xwe ragihînin.

    Di ankêtên beriya hilbijartinê de rêjeya giran a hilbijaran dengê xwe dide ‘serxwebûnê; herwiha di referanduma nefermî ya Mijdara 2014an de jî dengên ‘erê' bi ser ketibûn.

    Ji aliyê din ve hikûmeta Spanyayê dibêje ku ew ê ‘serxwebûna yekalî qebûl nekin û mijarê bibin dadgehê. Serokwezîrê Spanyayê Mariano Rajoy jî li ser îdiaya serxwebûnê di daxuyanekê de gotibû ku referandûm divê li temamiya welêt bi rê ve here, ne ku tenê li Katalonyayê.'

    Hêjayî gotinê ye ku bi rastî jî ev hilbijartin ‘hilbijartina hera girîng a dîroka demokrasiyê' ye û çend sedemên wê hene:

    1.    Ev serxwebûn dê ji hemû kêmjimarên Yekîtiya Ewropayê re bibe mînak ku bi riya hilbijartinan bigihêjin serxwebûna xwe. Ji ber ku herêma Baskê jî dê bi heman rêbazê bigihêje serxwebûna xwe û parçeyê xwe yê li Fransayê jî bide kêleka xwe. Ne dûr e ku Korsîka û gelek kêmjimarên din ên ewropayî bi heman mînakê bigihêjin mirazên xwe yên çendîn salî. Almanên li Polonyayê, tirkên li Yûnanistanê û gelekên din…

    2.    Dê li welat ên berendam ên wekî dewletên Balkanan û Tirkiyayê jî hinek encaman derxe holê. Li Sirbistan, Xirvatistan û Bosnayê ji aliyekî ve û li Tirkiyayê jî li aliyê din.

    3.    Dibe ku kurdên Tirkiyayê jî bi heman rêbazê bigihêjin mirazê xwe yê serxwebûnê; lêbelê ev serxwebûn dê kêm be: Kurdên li Îran, Iraq û Sûriyayê dê nekevin ber vê serxwebûnê. Ji ber ku ew ne endam an jî berendamên Yekitiya Ewropayê ne û biryarên wê li ser wan derbas nabin.

    4.    Heke kurdên Tirkiyayê bi riya refrandûmê bigihêjin azadiya xwe, dê bibin endamê Neteweyên Yekbûyî jî û dê bi ser vê rêxistinê re daxwaza azadiya parçeyên din bikin.

    Bi heman mijarî:

    "Aqûbeta Katalan'an li serê Kurdan be"
    Akademîsyen Samvel Koçoî: `Serxwebûn mafê kurdan e`
    Serxwebûn – Projeya Stratejîk
    Mesrûr Barzanî:`Serxwebûn mafek rewa ye, ne xewın e`
    Kerkûkî: Çareserî serxwebûn e
    Etîketan:
    Katalonya, Katalan, Katalan, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de