03:06 25 Mijdar 2017
Zindî
    Amblema KNKê

    KNK: ‘15emîn kongreya xwe li dar dixe'

    © Foto: Arşiv
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2801

    KNK, bi tevlîbûna partiyên her 4 perçeyên Kurdistanê li Brûksela paytextê Belçikayê kongreya xwe li dar dixe.

    Navenda nûçeyan-Beriya niha 15emîn kongreya KNKê li bajarê Brûkselê dest pê kir. Di destpêka civînê de bi 4 lehceyên serekî yên Kurdî (Kurmancî, Soranî, Hewramî û Zazakî) bixêrhatina mêvan û endamên kongreyê hat kirin.

    Hevserokên KNKê Tahir Kemalîzade û Nîlûfer Koç bi fermî kongre vekirin û ragihandin, di kongreyê de dê rewşa tevahiya Kurdistanê û siyaseta dewletên dagîrkerên Kurdistanê di kongreyê de were axaftin.

    Kemalîzade li ser heyama serokatiya xwe jî axivî û got, ev du carin ku hevserokatiya KNKê dikim lê êdî ez nikarim bibim serok jiber ku qanûnên KNKê rê nadin.

    Nîlûfer Koç jî bang li hemû hêzên kurdî kir, xwe bikin yek û nakokiyên nav xwe çareser bikin.

    Hat ragihandin ku dê kongre 3 rojan bidome.

    Bi heman mijarî:

    Bîlgen: ‘Veguhastina sindoqan, darbe ye'
    Li Şirnexê êriş: 2 leşker hatin kuştin
    Li Mînayê 4 welatiyên Tirkiyeyê mirin û 5 jî windayîne
    Qezayeke wekî qetlîamê: 13 mirî
    Etîketan:
    KNK, Tahir Kemalizade, Brûksel, Cihan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de