21:22 24 Mijdar 2017
Zindî
    hecê - hecî - hacî

    Îran: Hecîyên ku jiyana ji destdane ji 1300î derbas kiriye

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamanêyî, ji ber mirina heciyên îranî li Erebistana Siûdî, sê roj şîna giştî ragihand. Xamanêyî êrişî hikûmeta Erebistanê jî kir û got, ew bûyer ji ber rêveberiya xelet û tedbîrên xirab ên Erebistanê qewimiye.

    Li herêma Mîna ya Erebistana Siûdî, ji ber qerebalixiya ku di merasîma "Recmkirina Şeytan" de derketibû, bi sedan hecî miribûn û bi sedan hecî jî birîndar bibûn.

    Xamanêyî rexne li hikûmeta Erebistanê jî kir û got, divê hikûmeta Siûdî berpirstiya xwe ya giran li hember vê bûyera tal qebûl bike ji ber ku rêveberiya xelet û tedbîrên xirab ên wê bûn sedema wê karesatê.

    Rêberê Îranê Ayetullah Xamanêyî, ji ber mirina heciyên îranê peyamek sersaxiyê belav kir û ferman da, li Îranê 3 roj şîna giştî bê kirin.

    Ji aliyekî din, Berpirsê Karûbarên Hecê yê Îranê Seîd Ohedî eşkere kir ku hejmara heciyên ku ji ber qerebaxliya duh mirine, 1300 derbas kiriye û got, zêdetirî 2 hezar hecî jî birîndar bûne.

    Seîd Ohedî da zanîn ku 131 heciyên îranî jî di bûyera Mînayê de can dane û 60 heciyên îranî jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Erebistana Siûdî tê topbarankirin
    Kerry wê serdana Erebistana Siûdî û Fransayê bike
    Siûdî: Zêdetirî 500 çekdarên Hûsî hatine kuştin
    Etîketan:
    Seîd Ohedî, Sîûdî, Cihan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de