14:07 24 Mijdar 2017
Zindî
    Malpera Dengê Amerîkayê

    Dengê Amerîkayê çima hecî kuştin?

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Îro piştî karesata ku li Erebistanê qewimî gelek ajansan nûçeyên mirî û birîndaran parve kirin û di nav van nûçeyan de nûçeya herî balkêş ya Dengê Amerîkayê bû ku sernaveke wiha nivîsîbû: 'Bi Sedan Kes di Îzdîhama Kevirkirina Şeytên de li Mekke Hatin Kuştin.'

    Nûçe agehiyên bûyerê dispêre rayedarên dewleta Erebistanê û şaşiya xwe dîsa dubare dike û wiha dibêje: 'Karbidestên Erebistana Saudî dibêjin, ji ber qalabalixa mezin herî kêm 310 hecî li Mekke hatin kuştin, bi kêmî ve 450 kesên din jî birîndar bûn.'

    Hêjayî gotinê ye ku di zimanê kurdî de peyva ‘kuştin'ê ji bo ‘bêruhkirina candarekî bi qest û hemd' tê bikaranîn. Îcar ev nûçe dibe ku ji ber nezaniya nûçegihanî be an jî tireneyeke malperê ye ku henekên xwe bi vê karesatê dike.

    Em ê binêrin bê ka malper nûçeya sererast dike an nake. Em hêvîdar in ku malper vê şaşiya xwe sererast bike û ji xwendevanên kurd lêborînê bixwaze.

    Bi heman mijarî:

    Li hec alozî û dîsa karesat: 'Hejmara miriyan gihişte 717 kesî û 805 birîndar hene'
    Spûtnîk Kurdistan Cejna We ya Qurbanê Pîroz Dike!
    Rûsya: ‘Pergala atomî ya li ser sînorê me nayê qebûlkirin’
    Etîketan:
    Dengê Amerîkayê, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de