21:15 24 Mijdar 2017
Zindî
    Koçber

    PYD: Koçberê ku ji kameramana Macar tekme xwar endamê EL Nûsra bû

    © REUTERS/ MARKO DJURİCA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Hat îdiakirin ku, li Macaristanê koçberê ku ji jina kameraman tekme xwariye endamê El Nûsrayê ye.

    Navenda nûçeyan-Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) îdia kir ku ew koçberê ku li Macaristanê ji jineke kameraman tekme xwariye navê wî Osama Abdul Mohsînê û di sala 2011an de tevlî El Nûsrayê ya şaxê El Qaîdeyê bûye.

    Her wiha hat îdiakirin ku Osame Abdul Mohsîn, li hemberî kurdan û kêmnetewên Sûriyeyê tevlî qetlîaman bûye û wêneyên hesabê Facebooka wî jî vê îspat dikin.

    Di daxuyaniya PYDê de hat îdiakirin ku, ‘piştî Tel Abyad kete destê hêzên kurd û endamtiya wî ya El Nûsra hat zanîn, Mohsîn ji tirsa re reviyaye dewletên Ewropa yê.

    Bi heman mijarî:

    Waliyê Edirneyê: 'Koçber hetanî 3 rojan neçin em ê zorê bi kar bînin'
    Qeyîka koçberan bin av bû, 22 koçber xeniqîn
    Nêzikî 50 koçber di kaseya kamyonê de mirin!
    NY: 7 mîlyon û 600 hezar Sûrî koçber bûne
    Etîketan:
    Macaristan, Osame Abdul Mohsîn, Cihan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de