05:05 24 Mijdar 2017
Zindî
    Wezîrên karên derve yên Rûsya û DYA`yê Sergey Lavrov û Con Kerry

    Amerîka: 'Rûsyayê 28 balafirên şer şandine Sûriyayê'

    © Sputnik/ Ministry of Foreign Affairs of the Russian Federation
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Rayedarên Amerîkayê ragihandin ku Rûsyayê 28 balafirên xwe yên şer li Sûriyayê bi cih kirine û niha dest bi çavdêriya axa wî welatî kiriye.

    Washington — Rayedarekî amerîkayî yê ku nexwest navê wî eşkere bibe û got: 'Niha 28 balafirên şer ên Rûsyayê li bajarê Laziqiyeyê (ku navenda alîgirên Esed e) bi cih bûne.

    John Kirby
    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta

    Berpirsekî din ê Amerîkayê ragihand ku 20 balafirên din ên Rûsyayê, ku balafirên veguhestinê ne, li Sûriyê ne.

    Ev çend hefte ne ku Amerîka dilgiraniya xwe nîşan dide ku Rûsya çek û balafirên xwe dişîne Sûriyayê.

    Tê zanîn ku Amerîka û hevalbendên wê hevpeymaniyeke navneteweyî li dijî DAIŞê pêk anîye; lê Rûsya niha ne di wê hevpeymaniyê de ye.

    Rûsya bi şandina çekan û destpêkirina çavdêriya axa Sûriyayê dixwaze hevpeymaniyeke din ava bike, ku rêjîma Esed jî li xwe bigire.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê cînayet: Dayikê keçên xwe, bavî jî jina xwe kuşt
    Di nava YPGê û El Nusra de pevçûnên dijwar diqewimin
    DAIŞê ji bo bernameya WhatsAppê keçeke 22 salî îdam kir
    DAIŞê bi roketên katyûşa êrişî Mexmûrê kir
    VÎDYO - Operasyona hewayî ya li ser baregehên PKKê
    Etîketan:
    Waşîngton
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de