07:43 21 Mijdar 2017
Zindî
    PEGIDA, Dresden, Almanya

    Almanyayê derbarê PKKê de hişyari da!

    © AP Photo/ Jens Meyer
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4901

    Îstixbarateke almanî hişyariya wê yekê daye ku PKK li Almanyayê jî çalakiyan li dijî navend, komel û kargehanên tirkî pêk bîne.

    Navenda Nûçeyan — Li gor rojnameya almanî "Welt am Sonntag", ev hişyarî di raporteke 15ê Îlonê ya îstixbarata herêma Berlîn (LKA Berlin) de diyar bûye, ku bi têbîniya "tenê ji bo bikaranî navxweyî" hatiye mohrkirin û ku gihiştiye rojnameya navborî.

    Li gor rojnameya "Welt am Sonntag", di raportê de wiha hatiye nivîsandin:

    "Li ser bingeha zanyariyên ji tevaya Almanyayê, îhtimala wê yekê heye ku li dijî navendên Tirkiyeyê yên fermî weke balyoz û konsolxane, navendên çandî û aborî, bi şêwazekî balkêş çalakiyên dagîrkirinê, şewitandin, an êrişê pêk bên."

    Li gor rojnameya navborî, bi taybetî heta roja hilbijartinên pêşwext di 1ê Mijdarê de li Almanyayê ew metirsî heye ku otomobîlên dîplomatên tirk bên şewitandin, herwiha şîrketên mezin weke şîrketên firokevaniyê û banke di metirsiyê de ne.

    Îstixbarata almanî hişyariya dagîrkirina navendên medya û çapemeniyê, navendên partiyan, herwiha li firoxane û rawestgehên trênan jî dide.

    Îstixbarata almanî bi balkişandina ser guftûgo û nivîsên di torên civakî yên weke Facebookê de, diyar dike  metirsî li Almanyayê mezin dibe.Hat gotin di nav beşekî ji alîgirên PKKê li Almanyayê çalakiyên tundiyê li hemberî berjewendiyên Tirkiyê weke mafekî rewa dibînin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kerboranê şer
    Ruhanî: Em baweriyê bi amerîkayê naînin
    Salih Muslim û Asya Ebdullah careke din...
    ÎDIA - Dibejin Huda-Par piştgiriyê dide AKPê!
    Li Dêrsimê şer : Midurê Emniyêtê birîndar e
    Etîketan:
    PKK, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de