16:41 21 Mijdar 2017
Zindî
    Dr. Ben Carson

    Namzetê serokatiya Amerîkayê: ‘Misilmanek nikare bibe serokê Amerîkayê'

    © REUTERS/ / Chris Keane
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Dr. Ben Carson, namzetê serokatiya Amerîkayê yê ji Partiya Komarparêz 18ê Îlonê li Greenville tevî forumeke ji bo endamtiya serokatiyê bû û li wê derê axivî.

    Li gorî nûçeyeke rojnameya Newsweekê di axaftina xwe ya li ser televîzyona NBCê weşandî de Dr. Carson got: 'Ez nikarim qebûl bikim ku misilmanek bibe desthilatdarê vê neteweyê û ez ê tu carî bi vê yekê razî nebim.'

    Dr. Carsonî got ku misilman ne munasibî vê meqamê ne û baweriya wan dijberî prensîbên Amerîkayê ye.

    Leşkerên Amerîkayê
    © AFP 2017/ UYGAR ONDER SIMSEK

    Ji aliyekî din ve Ibrahim Hooper, Berdevkê Konseya Pêwendiyên Amerîka û Misilmanan (Council on American-Islamic Relations) got ku ev axaftin dijberî benda qanûna esasî ya Amerîkayê ye ku dibêje kesek nikare li ser hesabê ol û ayînan berjewendiyan berhev bike. Herwiha Hooper got: ‘Ev belengaz dê pêşbaziya serokatiyê winda bike.'

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê hêzeke xwe bir Mûsilê
    Amerîka: Em ligel Barzanî berdewamin bo rizgar kirina Mûsilê
    Etîketan:
    Partiya Komarparêz a Amerîkayê, Konseya Pêwendiyên Amerîka û Misilmanan, Ibrahim Hooper, Dr. Ben Carson, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de