07:28 26 Gulan 2018
Aleksîs Çipras

Yûnanistan: 'Em amade ne ku bi Rûsya û Herka Tirkiyeyê re hevkariyê bikin'

© AFP 2018 / Aris Messinis
Cîhan
Lînkê kurt
0 30

Piştî krîza aborî, Serokwezîrê Yûnanistanê Aleksîs Çipras îstîfa kiribû. Yûnanistan di nava 8 mehan de cara 3yem çû hilbijartinan. Di encama hilbijartinan de partiya Çipras ‘SYRIZA' carek din bi ser ket. Serokê Rûsyayê Pûtîn jî Çipras pîroz kir.

Li gorî doneyên Wezareta Navxweyî, di dîrokê de hilbijartina herî kêm ku kes beşdarbûn ev bû, encama sindoqên ku heta niha hatine vekirin (99,32) SYRIZA bi sedî 35,47 li parlamentoyê 145 û Partiya Demokrasî ya Nû jî ji sedî 28,09 75 kursî bi dest xistine.

Îro Çipras û sibê jî wekîl dê sond bixun

Yunanistan Başbakanı Aleksis Çipras
© AP Photo / Geert Vanden Wijngaert
Li gorî daxuyaniya ku Çipras daye rojnamevanan, Çipras dê îro û wekilên din jî sibê ê sond bixun. Ajansa fermî ya dewletê ANA-MPAyê got, Çipras piştî serdana Serokomar Prokopis Pavlopulos dê talimata avakirina hikumetê werbigre û wekî Serokwezîr dê sond bixwe.

Pûtîn, Çipras pîroz kir

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn çipras pîroz kir. Li gorî daxuyaniya ku ji Kremlînê hatiye weşandin, Pûtîn bi brûskekê Çipras pîroz kiriye. Pûtîn di pirozbayiya xwe de bal kişand ser têkiliyan û got, ‘ez hêvî dikim di nava Moskova û Atînayê de diyaloga erênî, hevkarî û berjewendiyên Rûsya û Yûnanistanê di hêla enerjî û warên din de berdewam bin.'

Li parlamentoya Yûnanistanê 4 wekîlên tirk

Her wiha 4 wekîlên nijadtirk ketin parlamentoya Yûnanistanê. Li Rodopê Mustafa Mustafa û Ayhan Karayusuf, Potamî İlhan Ahmet û ji İskeçê jî Huseyîn Zeybek ji lîsta SYRIZA ketin parlamentoyê.

Bi heman mijarî:

Li Kaxismanê şer: Şervaneke HPGê jiyana xwe ji dest da
Pîrên Elewiyan çûn serdana Cizîrê
Li Sêrtê 2 zarok hatin binçav kirin
Etîketan:
SYRIZA, Aleksis Çipras, Yûnanistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de