16:30 21 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Rûsyayê

    MOSKOW - "Divê Rûsya li gel Pêşmerge û YPGê be"

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 52 0 0

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin piştgiriya xwe bo rejîma Sûriyeyê careke din dubarê kir û da zanîn, Rûsya dê piştgirya xwe bo "hikumeta rewa" ya wî welati bidomine.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Navenda Lêkolînkirina dewletên  Rohjilata Navîn û Asya Navendî Bagdasarov jî dibêje Rûsya şaşiyeke mezin dike, ku alîkariya pêşmerge nake

    Wezîrên karên derve yên Rûsya û Amerîkayê Sêrgêy lavrov û John Kerry
    © AP Photo/ Brendan Smialowski
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin di lûtkeya Rêxistina Peymana Ewlehiya Hevbeş de  ku li paytexta Tacîkistanê roja Duşemê birêve çû, ragihand, ku plana DAIŞ`ê ew e çalakiyên xwe ber bi Ewrûpa, Rûsya, dewletên Sovyeta berê  û Asyayê berfirehtir bike.

    Serokê Rûsyayê herwiha da zanîn ku artêşa Sûriyeyê bi tenê bi DAIŞê nikare û pêwîstî bi yekîtiya hêzên hemû aliyên peywendîdar  heye.

    Putin careke din pêşniyaza xwe dubare kir u got, ku pêwîst e hêzên hikumeta Sûriyyeyê, hêzên Rojavayê Kurdistanê, dijbereya nerm a wî welatî û herwiha  dewletên herêmê ji bo şerê li diji DAIŞê hewildanên xwe bikin yek.

    PYD
    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Ji aliyê din ve Serokê Navenda Lêkolînkirina dewletên  Rohjilata Navîn û Asya Navendî Semyon Bagdasarov dibêje, pêwîst e Rûsya hikumeta Sûriye qanê bike ku mafê otonomiye bide kurden Rojavaye Kurdistane.

    Herwiha dibêje, çawa ku Rûsya piştgiriya serbazî û teknîkî bi rejîma Sûrî dide, pêwîst e bi YPGê re be.

    Bagdasarov tekez dike ku, Rûsya şaşiyeke mezin dike, ku alîkariya serbazî û teknîkî li peşmergeyên Başûrê Kurdistane nake û wiha pê de çû:

    "Di şerê DAÎŞ`ê de faktora kurdî hem li Îraqê, hem jî li Sûriyeyê pir giring e. Li Kurdistana Sûriyeyê hejmara şervanên YPG digihêje 45-50 hezarî û ew li dijî DAIŞ`ê şerekî serkeftî dimeşînin û pêwîst e YPG di hevpeymaniya dijî DAIŞ`ê de cih

    bigre. Herwiha peşmergeyên Kurdistana Iraqê jî, ku hejmara wan nêzî 150-200 hezar e, divê bibin beşekî hevpeymaniya navneteweyî".

    Serokê Yekîtiya Pisporên Jopolîtîkê, pisporê serbazî Sivkov jî derbarê helwesta Putin de wiha got: "Pêşniyara Putin di cih de ye û di dema xwe da hatiye kirin. DAIŞ di şer de taktîkên partîzanî bi kar tîne û lewma jî tenê bi lêdanên ji hewayê tunekirina wê ne mumkun e, pêwîstî bi hêzên bejayî hene. Yekane hêzên ku li bejauî li dijî DAIŞ şer dikin hêzên kurda û artêşa Sûrî ye. Lewma jî Rûsya piştgiriya artêşa Sûriyeyê dike."

    Bi heman mijarî:

    Polîs li Geverê êrîşî gel dikin
    Li Tatosê 3 HPG'î hatin girtin
    SÛRİYÊ - Gelo Amerîka û Rûsya lihev bikin?
    Hecî Mehmûd: Heta ala Kurdistanê li Hemrîn biçikînin, pêşve diçin
    PDK beşdarî kongreya PYDê bibe
    Etîketan:
    Vladimir Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de