04:40 22 Mijdar 2017
Zindî
    Pêngava krîtik ya Sûriyeyê

    Ji bo Sûriyeyê pêngava krîtîk: Gelo Pûtîn û Obama dê bicivin?

    © AFP 2017/ LOUAI BESHARA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1501

    Washington û Moskovayê, ji bo mijarên leşkeri yên Sûriyeyê û xebatên bi kordîne ev cara yekem e pêwendiyên di asta bilind de ligel hev danîn.

    Navenda nûçeyan — Piştî vê hevdîtinê, tê meraqkirin gelo di hefteya pêş de li New Yorkê Pûtîn û Obama dê hev bibînin an na.

    Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Şoygu, bi hevkarê xwe yê Amerîkî bi Ashton Carter re bi telefonê axivî. Nûnerê Wezareta Berevanî yê Rûsyayê İgor Konaşenkov diyar kir ku ‘axiftina wezîran 50 deqîqe domandiye, ku berê çawa di nava artêşan de dan û stendin hebû niha jî ev pêwendî dê bidomin.

    Ev hevdîtin, ji sala 2011an û vir ve cara yekem e ku Amerîka û Rûsya ji bo şerê navxweyî yê Sûriyeyê di asta bilind de pêwendiyan ligel hev datînin.

    Carter û Şoygu lihev kirin

    Li gorî nûçeya Tolga Taniş yê rojnameya Hurriyetê, Nûnerê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê Peter Cook wiha got, ‘Carter û Şoygu ji bo çareserkirina îtîlafa hewayî ya Sûriyeyê û ji bo tekoşîna li hemberî DAIŞê lihev kirin. Berdewamiya van hevdîtinên dîplomatîk girîng e ji bo Sûriyeyê.

    Dibe ku Pûtîn û Obama hev bibinin

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, li Londonê daxuyanî da û got, ‘ hefteya pêşiyame li Now Yorkê civîna Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî heye. Serokê Amerîka Barak Obama û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn jî tevlî dibin, dibe ku her du serok ji bo mijara Sûriyeyê werin gel hev.'

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Çima Amerîka DAIŞê bombebaran dike, lê Rûsya nikare bike?
    Rûsya: Bê Esed ti welat nikare DAIŞê têk bibe
    Rûsya ji bo şerê DAIŞê merc danîn
    Rûsya, li cihanê hêza duyem e
    Etîketan:
    DAIŞ, Vladimir Pûtîn, Barak Obama, Rojhilata Navin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de