04:32 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Ewropayê

    YEyê Tirkiye rexne kir

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 57 0 0

    Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, di derbarê lêpirsina Ajansa Dogan de Tirkiye rexne kir.

    Navenda nûçeyan-Komîsyonê, lêpirsîna li dijî Ajansa Dogan wekî xeleka dawî ya binpêkirina azadiya ragehandinê binav kir.Ev helwesta li hember medya û rojnamevanana, bi zimanek tund Tirkiye rexne kir û diyar kir ku lêpirsîna li dijî rojnamevanan cihê nîgeraniyê ye.

    Komisyona Yekitiya Ewropayê, derbarê operasyonên li dijî medya û ragehandinê ya li Tirkiyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

    Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ‘beriya niha jî gelek caran Tirkiye di van mijaran de hatiye rexnekirin û divê serdestiya hiqûqî, mafê azadiya bîr û raman û herwiha ragehandina azad bê parastin.Li Tirkiyê di dema dawî de li dijî rojnameya Zaman û televizyona Samanyolu operasyon hatine kirin. Herwiha bi tometa propagandaya terorê kirine li dijî rojnamevanên navdar Cûneyt Ozdemîr, Hasan Cemal û Ertogrûl Ozkok lêpirsîn hate destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Ewropa: 'Em dixwazin ku 'pêvajoya çareseriyê' bidome
    Brezîlya: 'Ewropa di mirina Alan Kurdî de gunehkar e'
    Ewropa dixwaze ji nêzîk ve agahdarî rewşa Kurdistanê bibe
    Ewropa `tîmeke pisporan` li dijî DAIŞê pêktîne
    Etîketan:
    YE, Hasan Cemal, Cûneyt Özdemîr, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de