19:35 23 Mijdar 2017
Zindî
    Barak Obama

    Kurdan ji Serokê Amerîkayê re name şand

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Komeleya Kurd û Amerîkiyan (KKA) ji Serokê Amerîka Barak obama xwest ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan li Tirkiyeyê têkeve navberê.

    Washington-Nameya ku ji terefê rêvebir û endamên KKAyê ji bo Obama hat şandin de behsa pirsgirêka kurdan û şer û pevçûnên piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê, qala her diçe şer gûrdibe û hêviyên aştiyê kêmdibin kirin.

    Di nameye de, piştî ketina HDPê bo parlamanê em li benda pêvajoya aştiyê ku bê xurtkirin bûn, berevajî wê pevçûn gûr bû û hêviyên me şikandin. Di demen dawîn de kuştina gerila, leşker û polêsan zêde bûye û bal kişand ser kuştiyên sivîl.

    Em bifikar in ku kriz zêde bibe

    KKAyê di nameya xwe de bal kişand ser kuştiyên Cizîrê, ‘piştî ku dewletê qedexeya derketina ji malan îlan kir di nava hefteyekê de 20 sivîl hatin kuştin. Malbatekê Cizîrî, keça xwe ya kuştî ji bo laşe wê bêhn nede çend roja xistibû sarincokê. Em wekî komeleyek kurd bifikar in ku kriz zêde bibe.'

    Her wiha di nameyê de behsa êrişên ser kurdan kir, ‘kurdên ku li bajar û metrepolên Tirkiyeyê dijîn rastî êrişan hatine û hin ji wan hatine lînçkirin û êdî kurd hew dikarin seyehetî bajarên Tirkiyeyê bikin. Hêdî hêdî Tirkiye ber bi şerekî navxweyî ve

    diçe û ev yek pir bi xeter e.'

    KKAyê di heman deme de ev name ji Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, Senatoya Amerikayê ya Tekiliyên Derve, Sekreterê NY Ban Kî-moon û ji Komiteya Têkiliyên Derve ya YEyê re şandiye.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka hêzeke taybet şand Rojava
    Amerîka: Li eniyê hêza DAIŞê sist bûye
    Amerîka alîkariye dide Barzanî
    Etîketan:
    Barak Obama, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de