03:57 21 Mijdar 2017
Zindî
    Tunelên Xazeyê

    Dewleta Misrê tunêlên Xezzeyê bi avê tijî dike

    © AFP 2017/ Mahmud Hams
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Artêşa Misrê ji bo ku tunêlên li sînorê xwe û Xezzeyê xera bike bi ava behrê tijî dike.

    Navenda nûçeyan-Xwediyê tunêleke li ser sînorê Xezeyê Ebû Mahmûdê Filîstînî got: 'Artêşa Misrê li derdora saet  01:00ê de bi boriyên ku berê raxistibûn ji behrê avê dikşîne tunêlan û ji bo ku tunêl bi ava şor a behrê xera nebin xwediyên wan avê vala dikin.'

    Her wiha xwediyê tunêleke din Ebû Seîd got: 'Hinek tunêl ji ber ava behrê a şor xera bûne û îhtîmal e ku di saetên pêş de hemû xera bibin.'

    Serokê Îdareya Avê ya Filîstînê li Xezzeyê ragihand ku Misir ji bo van tunêlên ku ‘tunêlên jiyanê ne' xera bike li ser sînorê Xezzeyê boriyên avê yên mezin raxistine û bi vê yekê ewlehiya xelkê herêmê tehdîd dike.'

    Bi heman mijarî:

    Misir dublora kanala Swêsê avadike
    Etîketan:
    Ebû Seîd, Ebû Mahmûd, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de