21:36 22 Mijdar 2017
Zindî
    alman-polês-polêsên alaman

    Polêsên alman melayê kurd kuştin

    © AFP 2017/ Tobias Hase
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Li Berlînê di navbera kurdekî ku weke mela dihat naskirin û polêsên Alman de pevçûn derket û melayê bi navê Refîq Akreyî hate kuştin.

    Refîq Akreyî ji sala 1995an ve li Almanyayê dijî. Wî sala 2007an dema serokwezîrê Iraqê Eyad El-Elawî ji bo seredaneke fermî hatibû Berlînê kiribû, planeke kuştina wî amade kiribû. Beriya Refîq Akreyî û her du hevalên wî wê plana terora El-Elawî bikin ji aliyê polêsên dewleta federal a Elmanyayê ve hatin binçavkirin.

    Akreyî û her du hevalên wî bi qasî 9 salan di zîndanekê de man. Akreyî ev salek e azad bûye. Duh êvarê roja 17.09.2015an li taxa Spandau êrişî polêsan kir û di encamê de hat kuştin.

    Hevalekî Reqîf Akreyî got: ‘Refîq îro bi kêran êrişî polêsan kiriye û di encamê de polêsek birîndar kiriye, li ser vê êrişê polêsan jî ew kuşt.'

    Hevalê wî ku nexwest navê wî eşkere bibe dibêje: Mela Refîq Akreyî beriya nêzîkî îslamê be kesek rehet û xwînşirîn û zarxweş bû, lê vê dawiyê rastî kêşeyên derûnî hat û xwe bi olê ve mijûl kir, heta gihiştiye wê radeyê ku xwe digel serokwezîrê Iraqê biteqîne.

    Hêjayî gotinê ye ku Refîq di nava xelkê Berlînê de wekî melayekî dihat dîtin û li gorî gotina hevalên derdora wî ew ji aliyê mêjî ve nexweş bû. Malbata wî li bajarê Akrê yê başûrê Kurdistanê dijî.

    Bi heman mijarî:

    Rêberên Almanya û Fransayê wê bi Poroşênko re bicivin
    Almanya 60 ton çek bo Pêşmerge şand
    Etîketan:
    Refîq Akreyî, Elmanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de